image

PeyamaKurd- Kovara heftane ya Brîtanî ya aboriyê Economist got ku Pesoyê Arjantînê û TL.yê Tirkiyê hefteyeke zor derbas kir.

Economistê di vê hijmara xwe de bi sernavê “Dîsa pereyên Tirkiyê û Arjantînê di bin zextên piyasê de man” nivîsek weşand û got ku piştî ku Moody’sê notên 18 bankeyan daxistin, pereyên Tirkiyê qedrê xwe winda kir. Li hemberî van geşedanan Tirkiye û Arjantîn jî bersivên cuda didin, lê belê her du dewlet jî ji bo çareseriyê, tu rêyan nabînin.

Erdogan berevajiya Macrî diaxive…

Economist di nûçeyê de nêrînên serokê Tirkiyê û Arjantînê jî pêşkêş dike: “Macrî qebûl dike ku hukûmetê ewlehiya xwe ya aboriyê winda kiriye. Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan berevajiya vê dibêje û dibêje ku em ji piyaseyan bawer nakin. Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îdda dike ku Amerîka ji ber bûyera Keşe Andrew Brunson şer li dijî Tirkiyê îlan kiriye û di ser dolarî re dixwaze aboriya Tirkiyê li erdê bixe.

Her du polîtîka jî bi kêrî tiştekî nayên…

Di 17ê Tebaxê de Moody’sê notên Tirkiyê yên krediyê daxistin û di vê hefteya dawî de jî notên gelek bankeyên Tirkiyê daxistin. Wezîrê Xezînê û Maliyê Berat Albayrak di derbarê van geşedanan de axivî û got ku aboriya me, ne di bin rîskeke mezin de ye. Piştî van daxuyaniyan, pereyên Tikiryê (TL) hinekî dî jî qedrê xwe winda kirin. Heman problem li Arjantînê jî heye. Arjantînê faîz bilind kir û bi vî rengî bersiva qeyranê da û ji IMFê deyn xwestin. Lê belê Tirkiyê polîtîkayên xwe yên malî jidandin. Ji bedêla IMFê, ji dewletên weke Qeterê alîkarî xwest. Lewra heke Tirkiye ji IMFê pereyan bixwaze, divê pêwendiyên xwe yên bi Amerîkayê re biedilîne. Ev her du piyaseyên ku bi pêş dikevin, her çi qasî ji hev cuda bersiva bidin jî, taybetiyeke wan a hevpar heye: Bertekên her duyan jî heta niha bi kêrî tiştekî nayên.