image

PeyamaKurd- Di 29ê Cotmehê de ji ber cejna Komarê, bazara Tirkiyê girtî bû û dolar di van du meh û nîvê dawî de dakete asta herî nimz.

Ji ber doza Keşe Andrew Brunson navbera Tirkiyê û Amerîkayê gelekî xira bûbû. Doza Brunson li bazara Tirkiyê xistibû û dolar di demeke kin de heta asta 7.25an derketibû û bazara Tirkiyê serobino kiribû.

Êdî pirsgirêka Brunson çareser bû û di van rojên dawî de hêdî hêdî dolar li hember TL.yên Tirkiyê bihayê xwe winda dike. Dolar hêdî hêdî ji asta 7.25an daket û heta asta 5.50î nimz bû. Herî dawî duh dolar asta 5.5066an dît. Ev ji bo van du meh û nîvê dawî asta herî nimz bû. Lê duh piştî êvarê dîsa dolar hinekî bilind bû û derkete asta 5.56an.

Îro jî dolar di asta 5.53yan de diçe û tê.

Di 23yê Cotmehê de jî ji ber ku di navbera partiyên “îttîfaqa cumhûrê” (AKP-MHP) de hinek pirsgirêk derketibûn û serokên her du partiyan li dijî hev axivîbûn, dolar bi derbekê bilind bûbû û heta asta 5.75an derketibû.

Borsaya Stenbolê puan winda kirin.

Borsaya Stenbolê jî duh ji %3.42 bihayê xwe winda kir û bi 90.542 puanan devê dikana xwe girt.