image

PeyamaKurd- Ji bo dorpêça li ser Îranê demeke kin ma. Êdî di rojeva navnetewî de bandora vê dorpêçê tê axaftin.

Dorpêça Amerîkayê ya ku daniye ser Îranê, wê di 5ê Mijdarê de dest pê bike. Êdî gelo ev ê li ser aboriya Îranê û dinyayê bandoreke çawa bike?

Nivîskara malpera “gazeteduvar”ê Mûhdan Saglam li ser mijarê nivîseke balkêş weşand. Li gorî Saglamê dorpêçên Amerîkayê wê bandoreke pir xirab li ser ekonomiya Îranê bikin.

Mûhdan Saglam wiha dewam kir: “Dorpçêça Amerîkayê di gelek qadên weke aborî, enerjî, bazirganî û leşkerî de wê dest pê bikin. Dorpêç bi destên Netewên Yekbûyî nayên kirin. Ji ber vê yekê, mecbûriyeteke tu kesî nîn e. Lê belê Amerîka bi polîtîkayên xwe gelek dewletan mecbûr dike ku di mijara dorpêçê de li cem wê bisekinin. Dorpêça neftê û fînansê ya li dijî Îranê wê di 5ê Mijdarê de dest pê bikin. Tê texmînkirin ku dorpêç bandoreke pir xirab li ser aboriya Îranê bike.

Amerîka îmkana aboriyê li dijî dijminên xwe weke tehdîdê bi kar tîne…

Amerîka îdda dike ku Îran bi moşekên balîstîk yên di destê xwe de, li Sûriye, Lubnan û Yemenê bêîstîkrarî û bêaramiyê derdixe. Peymana ku Îranê re hatiye çêkirin jî, tenê çekên nukler dihundirîne û çekên konvansiyonel dorpêç nake. Amerîka bi vî rengî dixwaze Îranê bîne ser masê û wê li gorî siyaseta xwe bimeşîne. Ji ber vê yekê Amerîka, ne tenê dewletan; di heman demê de hinek şirketên mezin jî ji Îranê dûr dixe û bi vî rengî derbeke mezin li aboriya Îranê dixe.

Îran bi peymana çekên nuklerî hinekî bêhna xwe dabû…

Berî peyamana çekên nuklerî gelek pirsgirêkên aboriya Îranê hebûn, lê belê bi peymanê re aboriya Îranê hinekî li xwe vegeriya. Li gorî “IMF”ê di sala (2016) ku peyman hatibû çêkirin de aboriya Îranê ji %12.5 mezin bû. Li gorî daneyên Wezareta Aboriya Îranê jî, aborî di sala 2016an de ji %12 û di sala 2017an de jî ji %8 mezin bû. Li gorî daneyên “IMF”ê di sala 2017an de hatina serê kesekî 5 hezar û 400 dolar bû. Piştî dorpêçê, ev hijmar dakete heta 600 dolarî.

Dorpêç herî zêde di qada neftê de bandora xwe nîşan dide. Wextê ku dorpêça Netewên Yekbûyî li ser Îranê hebû, yanî di sala 2013an de Îranê 1.1 mîlyon warîl neft firot. Ev hijmar di sala 2018an de derkete 2.5 warîl mîlyonan.

Li gorî Ajansa Enerjiya Navnetewî (IEA) Îran di dinyayê de xwediyê xaza herî zêde duyemîn dewlet e û xwediyê nefta herî zêde çaremîn dewlet e. Bandora neftê ya di aboriya Îranê de ji %30 e. Îran herî zêde neftê difiroşe Çîn, Hindistan, Koreya Başûr, Tirkiye û Japonyayê.

Di sala 2016an de li gorî sala bûrî, Îranê ji %56 zêdetir razemenî standin. Yanî razemeniya biyanî 3.37 mîlyar dolar bû. Herî zêde razemend jî ji Çînê têne Îranê. Piştî ku dorpêç rabû, aborî gelekî baş bû. Lê belê niha jî ji ber ku careke dî qala dorpêçê tê kirin, dîsa economî serjêr diçe.

Pirsgirêka aboriya Îranê, ne tenê dorpêça Amerîkayê ye…

Muheqqeq dorpêça Amerîkayê bandoreke pir xirab li ser aboriya Îranê dike. Lê belê pirsgirêka aboriyê, ne ev tenê ye. Rêvebir û erkdarên dewletê zêde gendeliyê dikin û rêvebirineke xirab dimeşînin. Pergala edaletê jî di rêya xwe de nameşe. Bi kurtî hem sebebên hundir û hem jî yên derve bi hev re bûne yek û li aboriya Îranê dixin. Ev jî nîşan dide ku teqneke fireh û rêyeke teng li pêşiya Îranê ye.”