image

PeyamaKurd- Rêvebiriya Ragihandina Enerjiyê (EIA) ya Amerîkayê ragihand ku texmîna bihayê petrolê ya îsalê daxistiye jêr. EIA di rapora xwe de ragihandibû ku îsal di meha tebaxê de, bihayê petrola Brentê 72 dolar be û ya Texasê (WTI) jî 66 dolar be.

EIA, texmîn kiribû ku di meha temmûzê de, bo bihayê petrola Brentê, varêla wê 73 dolar û bo WTI yê 67 dolar be.

Li gor rapora EIA yê, bihayê petrola Brentê bo sala bê dibe ku 71 dolar be û ya WTI yê 65 dolar be. Hem EIA radigihîne ku îsal rojane hilberîna petrolê 10.7 mîlyon varêle û bo sala bê ev rêje bibe 11,7 mîlyon varêlî.

Amerîka sala borî her roj 9,4 mîlyon varêl petrolê bidest dixist.