image

PeyamaKurd- Şîrketa Amazonê ya bazirganiya online, bi şaşî roja kêmkirina bihayên eşyayan ragihand. Şîrketa Amazonê wê rojê, bi navê “Amazon Prime Day 2018” ê dinavîne.

Her çiqas roja kêmkirina bihayên eşyayan bi şaşî di ser hesabê xwe yê li Brîtanya de, bo demeka kurt belav jî kirin, car din ji ser sîteyê rakirin lê herkes rojê hîn bû. Di ser medya civakî de belav bû û giha bû mîlyonan mirovan.

Li gor belavkirina Amazonê; Amazon Prime Day 2018 di 16ê temmûzê de, li dora nîvrojê destpêdike û wê heya êvara 17ê temmûzê dewam bike. Ev dike 36 siet û heya niha kampanya herî dirêj bo Amazonê dê ev be.