image

PeyamaKurd- Halê dewleta Malezyayê xweş nîne û bo hemwelatiyên xwe fonekî avakiriye da xelk alîkariya hukumetê bike. Navê fona xwe danîne “Fon a hêviyê”.

Piştî fon hat danîn, di nava hefteyekê de, di fonê de 9 mîlyon dolar pere giha hev. Di roja yekem de tenê pere ku di fonê de gihabû hev 1.76 mîlyon dolar bû.

Deynê Malzeyayê yê ku ji dewra berê ya serokwezîr Necîb Rezaq mabû tene 252 mîlyar dolar e. Fona Hêviyê ji aliyê serokwezîrê nû Mahathir Muhammed ve hat danîn ku di hilbijartina 9 ê gulana çûyî de hatibû ser hukim.