image

PeyamaKurd - Noqavan li Mjosaya gola herî mezin a welêt şûrekî 500 salî dît.

Li gor nûçeya rojnameya Oppland Arbeiderbladê ya herêmî noqavên Norwecî Mîro Barîcî û Knut-Erîk Gylder ji kûrahiyên golê şûrekî ku ji sedsala 16emîn mane derxistin.

Gylder qise kir ku di noqan de piranî rastî çopan tên û diyar kir ku hevalê wî yê noqê Barîcîc ji binê golê şûrekî şer a dîrokî dît û ew derxist.

Binavgeran ji bo ku şûrê ji bo ku bê rapêşkirin teslîmê Muzeya Mjosayê kirin. Midûrê Muzeyê Julsrud Berg got delîl hene ku şûr ji 500 sal berê maye.

Berg got "Muxtemelen ev şûrekî şer e. Ji ber ku şûrên wekî vê yên ku bi her du destan tên girtin di şerên li Ewropayê yên sedsala 16emîn de gelekî hatine bikaranîn" û got dibe ku şûr di merasiman de yan jî bi armancên sembolîk hatibe bikaranîn.

Hat diyarkirin ku şûrê dîrokî hê jî tûj e û dê siberoj bibin Muzeya Dîrokî ya Çandê ya Osloyê û ji wir jî bibin Muzeya Behrevaniyê ya Norwecê.