image

PeyamaKurd - Shakîraya stranbêj a ji eslê xwe ji Libnanyê ye û welatiya Kolombiyayê ye ew ê sibê êvarê li Stenbolê konserê bide hezkiriyên xwe.

Hunermenda ji nûnerên muzîka Latîn û muzîka rockê di çarçoveya "El Doradoya Turneya Dinyayê" ew ê li Vodafone Parkê derkeve ser dikê.

Li bendê ne ku Shakîra îro bi organîzasyona Navenda Çandê ya Beşîktaşê (BKM) va bi malbata xwe ra were Tirkiyeyê. Shakîra piştî 12 salan wê careke dî li Tirkiyeyê konserê bide.

Hunermendê hetanî nika sitranên wekî "Waka Waka", "Whenever Wherever", "Loca"yê yên ku ji hêla dinyayê tên zanîn got û 12 xelatên Grammyyê wergirt.