image

PeyamaKurd - Shakîraya stranbêj a bi eslê xwe ji Libnanyê ye û welatiya Kolombiyayê ye li Tirkiyê bajarê Stenbolê konser da.

Shakîraya hunermenda nûnera muzîka Latîn di çarçoveya "El Doradoya Turneya Dinyayê" de duh li Stada Vodafone Parkê derkete sehneyê.

Shakîraya hunermend bi organîzasyona Navenda Çandê ya Beşiktaşê (BKM) derkete sehneyê.

Shakîra qasî 2 saetan li ser sehneyê me û wiha got: "Ez bi dîtina we gelek kêfxweş bûm. Ez bona mêvandariya wê spas dikim. Ev demek dirêj bû ez nehatibûm. Ev hemû bi saya dostaniya wê çêbû. Îro ez bi saya wê li vê derê me. Ez careke din we dibînim."

Hunermendê di konsera xwe da stranên wê yên navdar "La La La", "Waka Waka" û "Whenever Wherever" jî tê de ji albûmên cuda gelek stran gotin.