image

PeyamaKurd- Di çanda Êzîdiyan de Xwedê aferînereke wisa ye ku xelkê Êzîdî herî zêde pê sondê dixwe. Oleka yek Xwedayiye û berya zayînê bi 3500 sal berê derketiye ortê. Berya ola îslamê bi 2 hezar salan. Berya Mesîh bi 1500 salan.

Di çanda Êzîdiyan de Xwedê yeke, şirîkê wî tine ne. Dinya bo mirovan nîmete ku Xwedê daye xelkê. Oleka bi xwezayê re li hev e. Li gor xwezayê qerd û qîmetên wan hene. Kes nikare bikeve ola Êzîdiyan û kes nikare jê derê. Zewaca wan bi olên dinan re nabe.

Çandeka taybet e. Êzîdî tenê Kurd in. Ji xeyrî Kurdan kes Êzîdî tine ye. Di zimanê Kurdî yê berê de Êzîd bi vateya Xwedê ye. “Êzîd”” an “Ezda”, di heman vateyê de ye. Tê vateya ew ê ku “min daye” an “Ez dam e”. Tenê di Ezdayetiyê de pêxemberî tine ye lê di civaka wan de mîr, qewal, feqîr, şêx hene ku ev jî weka qast in. Mishafa Reş pirtûka wan ya pîroze. Tê de qewlên wan hene. Metnên wan yên pîroz hene. Ti tiştekî wan bo dijminahî li dijî olên dinan an pêxemberê olên dinan tine ye. Ji wan re rêz digrin.

Di nava civakan de hene ku mijarê şaş dibêjin û berê xelkên ji ola îslamê didin bi ser Êzîdiyan ve. Ew mijareka siyasiye û ji aliyê karbidestan de, li gor berjewendiyên wan tên îdarekirin. Êzîdî berfirehin û têkiliyên wan gelek başin. Gelek Xwedênasin.