image

PeyamaKurd - Nameya fizîknasê navdar ê Cihû Albert Einstein ku li ser fikr û ramana Xweda ji fîlozofê Alman Eric Gutkind re nivîsandibû bi 2,9 milyon dolaran hat firotin.

Li gor nûçeya BBCyê name li Mala Mezadê ya Christie's ku li New Yorkê ye derket mezadê û 1,5 milyon dolar biha wê bû.

Lê belê di mezadê de biha zêde bû û name bi 2,9 milyon dolaran hat firotin.

Fîlozofê navdar Einstein ku xwedî xelata Nobela Fizîkê ye, ew name di 74 saliya xwe de di sala 1954an de nivîsandibû.

Einstein di wê nameyê de înkara xwedê kiribû û fikrê xwe rave kiribû.