image

PeyamaKurd- Hecî Muzafferê mala Xêlid (1950-2018) ji nava me bar kir. Hecî Muzafer kurê Neşedê Koroxliyê Rizayê Xêlide. Dîrokzan, rewşenbîr û milletperwerekî têr û tije bû. Di gelek mijaran de ew bi xwe şahid bû an ji bav û bapîrên xwe gelek qewimandinên dîrokî hîn bû bû.

Dîroka serhildana Îsmaîl Axayê Şikakî baş zanibû hem gelek caran kurê Îsmaîl Axa li mala wî dibû mêvan. Dema tevgera Azadiyê ku di bin pêşîvaniya Şêx Seîd de destpêkir, komên Hesena tev derbasî Îranê cem Simko bûn. Bi sedema ku Hecî Muzafer neviyê wan bû, hemûyan yek bi yek, weka dîrokeka zindî digihand me. Silêmanê Ahmed, kurê wî Ferzende ku lehengê Azadî û Agiriyê bû, Besrayê, Xalid Begê Hesenî, her çar bavên Heseniyan, Fesîhê Mihê Mîrze, Kerem û Evdal begên Zirkî, Xwêtiyan, Heyderan, Cibran, mala Cemîl paşa, gelek kesên ji tevgera Barzanî yên salên Mahabadê nasdikir. Ew kesên ku ji Îranê û ji Binxetê dageriyabûn, gelek ji wana dîtibû. Bo şahidî û pêzanîna dîrokê, pêdiviya milletê hêj gelek pê hebû. Di mijara folklora Kurdî û serpêhatiyên nava kilaman baş dizanibû.

Mixabin bi nexweşîna pençeşêra mîdê ket û li Ankara li nexweşxaneyeka taybet emeliyat bû. Piştî emeliyatê nema bi xwe ve hat û li Ankara wefat kir. Cenazê wî ji Ankara anîn Mûşê û ji wê derê birin Xelatê cem bav û diya wî.