image

PeyamaKurd- Di her olî de hinek remz hene ku bingeha wê olê avadikin. Di ola Zerdeşt de ev remz agire. Bo çi agire? Bi sedema ku her dem roj tine ye, bêhtir ji xwe re agir weka remza ronahiyê, bexteweriyê û dilfirehiyê qebûl kirine. Ciyê herî girîng bo Zerdeştiyan ateşgede ne ku îbadetê xwe tê de dikin. Berê xwe didin agir, ji Xwedê re dia dikin.

Berê xwe didin agir û ji pirtûka xwe ya pîroz ji Avestayê ayetan dixwînin. Dema îbadetên xwe dikin berê xwe didin agir û jin û mêr bi hevre îbadetê dikin. Ferqê naxin navbera jin û mêr. Her dever an bajarên ku Zerdeştî lê hene, bê guman ateşgedeyên wan jî lê hene. Di nava bajarekî de dibe ku ji yekê zêdetir ateşgedên wan jî hebin.

Di dinyayê de ateşgeda herî mezin li bajarê Yezd ê ye ku dikeve nava çola Îranê nêzî sînorê Afxanistanê. Bajarê Yezdê bajarekî qedîme û ji niha 1500 sal berê dema artêşa Ereba êrîş biriye ser bajarê kevin bajarê Esfahanê, agirê ku di ateşgedeya Esfahanê de vêdiket, bê ku vemire birine heya bajarê Yezdê û li wê derê xistine atşegeda wê derê.

Eger ateşgeda Esfahanê em bi derketina Zerdeştiyan re hesab bikin, ev tê vateya ku 2650 sal zêde ye ku ev agir venemeriye. Ateşgeda bajarê Yezdê niha tam din ava bajêr de ye û bo hemû ziyaretvanan vekiriye. Ciyê ku agir tê de vêdikeve,kes nikare here navê tenê mûbe dikare here navê û ardûyan lê zêde bike da agir venemire. Mûbe di ola Zerdeşt de weka melayê di ola îslamê de ye.