image

PeyamaKurd- Di ola Zerdeştiyan de, gelek adet û ûsûl hene ku ji aliyê xelkê de nayê zanîn. Kesên ku di derbarê Zerdeştiyan de dinivîsin jî, bê ku zerdeştiyekî bibînin an di nava wan de bijîn an pirtûka wan ya pîroz Avestayê bixwînin, tiştnan dinivsînin. Ev bûye sedem ku lêkolînên wan ne bi zanistîne û ji devê an pênûsa kesên din dinivsînin.

Di nava Zerdeştiyan de merasimeka kemerbendê heye ku di nava Kurdan ev xwezayiye. Ji ber ku Zerdeştî ne Kurd in. Zimanê Avesta û Zerdeştî xwe dewama zimanê pehlewî dibînin. Zerdeştî dema zarokên wan mezin dibin û karibin bikevin jiyana xebatê, keç an kur ferq nake, ji wan re “merasima kemerbend” ê çêdikin. Merasin dibe bo yek kesî be û dibe bo çend kesan be. Dibe bo keçan be an bo kuran be, ferq nake.

Berê çawa keç û lawên Kurd dema mezin dibûn, êdî karibûn di jiyanê de xebata xwe bikin, wê demê egalan girêdidian. Law, egalekî li pişta xwe girêdida da pişta wî saxlem be û di dema xebatê de neêşe. Yek jî li serê xwe girêdidin ku ew jî nîşana zilamiyê bû. Keç tenê li bejna xwe egalekî girêdidan da xebat zerarê nede pişta wan. Ew egal an di zimanê Avestayê de kemerbend, weka hevin.

Zerdeştî niha ne tenê bo zarokên ku dê tevli hilberînê bibin lê yên ji wan biçûktir jî dixin nava “merasima kemerbendê.” Di merasimê de tenê qordeleyeka zirav û sor li noqa wan girêdidin. Weka remz e. Bi sedema ku di dîrokê de dema Erebên Emewî êrîş dibirin ser zerdeştiyên Îranê, ku di wê demê de Faris tev zerdeştîbûn, bo ku Ereb nizanibin kî Zerdeştiye, weka remz di binê cilan de li pişta xwe girêdidan. Niha jî dema merasima kemerbendê, qordela sor di bin cilan de li pişta wan ji aliyê alimên wan yên olî de tê girêdan. Alimên olî mûbe, di merasimê de li ser fêkî,  pasta û xwarinan ji Avestayê ayetan dixwînin û di encamê de kemerbendê girêdidin. Kemerbend hem bûye adetî û hem bûye mijareka olî ku bi merasim çêdikin.

Piştî girêdana kemerê, “merasima kemerbendê” diqede.