image

PeyamaKurd - Derhêner, lîstikvan û senarîstê Kurd Yilmaz Guney di sala 34emîn a wefata xwe da tê bibîranîn.

Guney di sala 1937an da li Yenîceya gundê Edeneyê hat dinyayê.

Dibistana seretayî û lîse li Edeneyê xwend. Ji destpêka salên lîseyê pê va ji bo xercaniya xwe derxe di karên curbecur da xebatî. Di heman demê da nivîsên wî di kovar û rojnameyên herêmî da hatin weşandin. Di şirketên And Fîlm û Kemal Fîlmê da xebitî.

Guney di sala 1956an da ket Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê, di sala 1957an jê derket û qeyda xwe li Fakulteya Îqtisadê ya Zanîngeha Stenbolê çêkir.

Yilmaz Guney di sala 1959an da senaryoya fîlmên "Zarokên Vî Welatî (Bu Vatanin Çocuklari)" û "Aska Sor (Alageyîk)"ê çêkir û di kadroya lîstikvanan da cih girt.

Guney bi hinceta ku di kovara On Uçê da di çîrokekê da propagandaya komunîzmê kiriye, hat darizandin û di sala 1961an da 18 sal cezayê hebsê danê. Ji ber ku 8 mehan ew sirgûnî Konyayê kirin, navber da perwerdeya xwe.

Bi Nebahat Çehreyê ra zewicî û di sala 1966an da derhêneriya fîlma xwe ya ewil a bi navê "Hesp Jin Çek (At Avrat Silah)"ê kir. Bi fîlma "Seyît Han" va di Mihrîcana Adana Altin Kozayê da xelata "Lîstikvanê Mêr yê Herî Baş" hilda.

Derhênerê serkeftî di sala 1968an da Çêkeriya Fîlman a Guneyê ava kir û di heman salê da bi navê "Guney"ê kovar derxist û tê da fikrên xwe yên ser sînema û hunerê û helbest û çîrokên xwe weşand.

Fîlma wî ya bi navê "Hêvî (Umut)" di Mihrîcana Adana Altin Kozayê ya sala 1970yî da xelatên "Senaryoya Herî Baş" û "Lîstikvanê Mêr yê Herî Baş" hilda. Guney heman salê bi Fatoş Suleymangîlê ra zewicî.

Bi fîlmên xwe yên "Zêmar (Agit)", "Êş (Aci)" û "Kesên Bêhêvî (Umutsuzlar)"ê va di Mihrîcana Adana Altin Kozayê ya sala 1971î da xelatên Fîlma Herî Baş, Derhênerê Herî Baş, Lîstikvana Jin a Herî Baş, Listikvanê Mêr yê Herî Baş, Derhêneriya Dîmenan a Herî Baş, Senaryoya Herî Baş û Muzîka Fîlmê ya Herî Baş hilda.

Guney piştî muxtiraya 12ê Adarê ji bo 3 mehan sirgûnî Nevşehîrê bû û paşê 10 sal cezayê hebsê danê.

Bi efûya giştî ya sala 1974an va ji hebsê derket û ew sal fîlma "Heval (Arkadaş)"ê temam kir.

Bi romana xwe ya "Bi Stûxarî Mirin (Boynu Bukuk Olduler) va Xelata Romanê ya Orhan Kemal qezenc kir.

Dema kişandina fîlma "Endîşe"yê da bi sûcdariya cinayetê va hat girtin û piştî 5 salên girtîgehê ji Girtîgeha Nîvekirî ya Ispartayê firar kir û revî Fransayê.

Zekî Okten fîlma wî ya bi navê "Kerî (Suru)"yê ku senaryo di girtîgehê da nivîsî, kişand.

Fîlma wî ya Yolê di Festîvala Fîlma Cannesê ya 1982yan da xelata Palmiyeya Zêr hilda.

Di sala 1982yan da ji welatîbûna Tirkiyeyê hat derxistin.

Di sala 1983yan da fîlma "Dîwar (Duvar)"ê kişand û ev fîlm di Festîvala Fîlma Cannesê ya 1984yan da ji bo "Xelata Taybet a Juriyê" namzed hat nîşandan.

Guney 12 salê jiyana xwe di hebsê da derbas kir û derhêneriya fîlmên "Hesp Jin Çek (At Avrat Silah)", "Seyyit Han", "Pire Nuri", "Merivekî Nebedew (Bir Çirkin Adam)", "Hêvî (Umut)", "Îbret", "Zêmar (Agit)", "Heval (Arkadaş)", "Kerî (Suru)"yê kir û senaryoyên fîlmên "Evîna Mezin ya Karacaoglan (Karacaoğlan'ın Kara Sevdası)", "Aska Sor (Ala Geyik)", "Zarokên Vî Welatî (Bu Vatanin Çocuklari)", "Koçero", "Zeybekê Bixencer (Kamalı Zeybek)", "Qralê Qralan (Krallar Krali)", "Vegera Şêran (Aslanlarin Donuşu", "Zagona Sînoran (Hudutlarin Kanunu)", "Qralê Nebedew Efû Nake (Çirkin Kral Affetmez)", "Gurên Birçî (Aç Kurtlar)", "Kesên Bêhêvî (Umutsuzlar)", "Baba", "Kirêt û Wêrek (Çirkin ve Cesur)", "Neyar (Duşman)", "Rê (Yol)" û "Dîwar (Duvar)"ê nivîsandin.

Guney di 114 fîlman da leyîst, derhêneriya 26 fîlman kir, çêkeriya 15 fîlman kir û di 64 fîlman da jî wek senarîst cih girt.

Hunermend salên xwe yên dawîn li Parîsê derbas kirin û di 9ê Îlona 1984an da ji ber penceşêra mehdeyê li Fransayê mir û li Parîsê di Goristana Pere Lachaiseyê da hat definkirin.

Piştî mirina wî "Weqfa Yilmaz Guney" hat avakirin û weqf bi pêşengiya Fatoş Guneya jina wî ji bo parastin û weşandina berhemên wî xebatan dimeşîne.