image

PeyamaKurd- Li bajarê Amasyayê di kolandinên bin axê yên arkeolojîk de bi temenê 2500 sal berê binkeyên sitûnên qesrê hatin dîtin. 12 sale ku ev kolandinên bin erdê dewam dikin û sala borî tê de; rê, malîkane û bermayên ateşgedeyan hatibûn dîtin.

Di kolandinên arkeolojîk de îsal saloneka pêşwaziyê, holeka textî û holeka rêvebiriyê derkete ortê. Ev hêj destpêka xebata îsale û dê hêj gelek berhem derên ortê. Heya niha 6 qaîdeyên sitûnan bi temamî derketine holê.

Profesorê arkelojiyê Dönmez ragihand ku ew bawer nedikirin rastî bajarekî Persan werin. Lê ev bajar piştî bajarê Rihayê Göbeklitepe, dê bibe bajarê duyem. Bi îhtîmaleka mezin ev der ciyê ku qralê Persan Keyakserê yekem artêşa xwe lê civandibû ye.

Di dema Med û Persan de desthilatiya wan heya Misrê çûbû û ferqa her dû dewletan ji yên din ew e ku piştî şer her cîh û warên ku ji ber şer xerab dibûn, dihatin avakirin û zêdekirinan lê dikirin.