image

PeyamaKurd- Li bajarê Xarpêta (Elaziğ) kevin di encama xebata kolandinên binê erdê de gorên 5 esilzadeyên dewleta Ûrartûyan hatin dîtin. Di çanda Ûrartûyan de mirî di gora ji kevir û berbirojê ve dihatin definkirin û berê gorên wan li rojhilatin.

Pisporê xebta arkeolojîk dîrokzan Kadır Atıcı ragihand ku gorên di keviran de, di dewra Ûrartûyan de hatine çêkirin û di dewra Roma de jî hatine bikaranîn. Atıcı weha got: “Me xebatên binerdê, bêhtir di asta lokal de dikir. Îsal me xwe da sehayeka cuda û di kela Xarpêtê de, li bakûrê rojhilatê hemamê ku bi navê ‘goristana ji kevir’ jî tê binavkirin, me xebatê da destpêkirin. Ev der di sala 1985an de ji aliyê heyeta Diyarbekir de hatibû tescîlkirin. Ti xebat tê de nehatibû kirin.”

Atıcı dibêje ku 5 gorên di herêmê de dîne, yên qral û arîstokratên Ûrartûyane. Dîroka wan diçe heya 1000 sal berya Zayînê ku dike 3 hezar sal berê. Gor di rêzekî de ne. Kevir hatine kolandin. Wê gorên di kevir de bo pêvajoya UNESCO yê bandorê bikin. Atıcı weha dewam dike:

“Dema em li devera gorên ji kevir dinêrin, em dibînin ku kela Xarpêtê ya Ûrartûya ye. Hemam pêşiyê ya Osmaniya ye. Dêra binî ya dewra Ermeniya ye. Li vê derê medeniyetên cuda berheman hêlane.