image

PeyamaKurd - Di sala 2017an de li tevahiya Tirkiyeyê 58 hezar û 27 pirtûk hatin weşandin.

Saziya Îstatîstikên Tirkiyeyê (TUÎK) îstatîstikên nimareya pirtûkan a standard ya navneteweyî (ISBN) ya sala 2017an eşkere kir.

Li gor van daneyan li Tirkiyeyê di sala 2016an da 313 pirtûkên Kurmancî hatibûn weşandin, di sala 2017an da jî hejmara pirtûkê Kurmacî dakete 224an. Hejmara pirtûkên Kurmancî nîşan dide ku pirtûkên di sala 2017an da hatine weşandin li gor sala beriya xwe ji sedî 30 daketiye.

Hejmara pirtûk û berhemên ku par hatibûn çapkirin li gor pêrar ji sedî 10,8 zêde bû û gihîşte 60 hezar û 335an.

Pirtûkên li ser malperan ên elektronîk ji sedî 34,5 kêm bûn, weşangeran par ji bo 58 hezar û 27 pirtûk, 212 pirtûkên elektronîk (DVD, VCD, CD), hezar û 767 pirtûkên li ser malperan ên elektronîk, 26 pirtûkên diaxivin û 303 berhemên cuda bi tevahî 60 hezar û 335 berheman ISBN sitandin.

Amûrên ku bi destê sektora taybet hatin weşandin li gor sala 2016an ji sedî 11,1 zêde bûn û gihîştin 55 hezar û 633yan. Ji sedî 92,2yê weşanên sala 2017an bi destê sektora taybet, ji sedî 5,3yê wan bi destê dewlet û saziyên perwerdeyê, ji sedî 2,5ê wan jî bi destê saziyên civaka sivîl hatin kirin.

Dema li gor mijarê li ser berhemên hatin çapkirin lêkolînê dikin tê dîtin ku ji sedî 28,4ê wan ji bo perwerdeyê, ji sedî 19,1ê wan ji bo çanda mezinan, ji sedî 16,6ê wan ji bo zarokan, ji sedî 16,3yê wan edebiyat, ji sedî 13,5ê wan ji bo akademiyê, ji sedî 6,1ê wan ji bo baweriyê hatine weşandin. Ji sedî 91,4ê weşanan bi Tirkî, ji sedî 5ê wan bi Îngilîzî, kêmzêde ji sedî 0,5ê wan Kurmancî, ji sed 3,1ê wan jî bi zimanên din hatin weşandin.