image

PeyamaKurd - Parlementerê VHPê yê Stenbolê Bariş Yarkadaş li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand ku twitterê taga ‘DEVAM’ ji ber tevgerên sexte hatine tesbîtkirin rakiriye.

Piştê axaftina Erdogan ya ku gotibû "eger gel ji me re bêjen ‘TAMAM' em ê xwe bidin alî" li ser twitterê kesên muxalifê AKPê taga ‘TAMAM' vekirin û nêzî 2 milyon tiwît hatin avêtin. Li ser vê, alîgirên AKPê jî bi vekirina taga ‘DEVAM' xwestin aligiriya xwe nîşan bidin. Twitterê nêzî 300 hezar tiwîtên AKPyiyan bi hinceta ku hesabên sexte ne jê bir û bi vê awayê kampanyaya AKPyiyan têk çû.

Bariş Yarkadaş li ser hesabê xwe yê twitterê di derbarê mijarê de got ku: Aligiriya we sexte derket we 300 hezar hesabên sexte bi kar aniyê lê twitterê rê neda we, sextekarî jî heya cihekî ye.