image

Tabloya ku nîgervana îtalyayî yê heyama Ronesansê Leonardo da Vîncî tê de Hezretî Îsa nîgar kiribû di mezadê de bi 450 milyon dolarî hat firotin.

Li New Yorkê di Mala Mezadê Christie'sê de mezad hat kirin û tabloya "Salvador Mundî" bi bihayeke rekor hat firotin.

Berhema hunerî ya bi navê "Salvador Mundî" ya tê meneya "Rizgarkerê Cîhanê" bi 450 milyon dolarî hat kirîn û navê kiryarê tabloyê jî nehat eşkerekirin.

Di hemû mezadên heta îro hatin kirin de berhema hunerî ya herî biha hat firotin tabloya "Salvador Mundî" ye.

Da Vîncî li ser panela sal 1500 hatiye nivîsandin bi boyaxa bidon wêneyê Hezretî Îsa yê ku qeftanekî sor û şîn lê ye û di dest da jî kûreya krîstal heye neqiş kiriye.

Ev berhem di heman demê de bi navê "Mona Lisayê Mêr" jî tê zanîn.

Tablo di salên 1900î da winda bûbû û paşê ji hêla koleksiyonerekî îngilîz va hatibû stendin û di sala 1958an da bi gumana berhema orjînal a da Vîncî nîne ve bi 60 dolarî hatibû firotin.

Tabloya zirar dîtibû bi xebatên piştî sala 2005an derket holê ku berhema orjinal a da Vîncî ye.