image

Aktor û strabêja navdar a Priyanka Chopra aşkere kir, ku niha li hevparekî jiyanê, ango zilamekî digere da ku pê re bizewice.

Li ser daxwaza xwe ya zewacê Priyanka Chopra dibêje: “Diya min gelek dixwaze ez bizewicim, lê mercê min ew e ku hevjînê min rêz li karên min bigre û ji min hez bike.”

Chopra herwiha dibêje: “Bû demek, ez dixwazim bizewicim û zarokên min çêbibin, lê dîtina zilamekî baş di vê serdemê de gelek zehmet e, eger ez zilamekî guncaw bibînim ezê bizewicim, mercên min jî tenê ev in ku rêz li karê min ê hunerî bigre û alîkariya min bike.”

Priyanka Chopra di sala 1982an de li Hindistanê jidayîk bûye, aktor û stranbêjeke navdar a Hindî ye. Di sala 2000ê de weke "şahciwana cîhanê" hate hilbijartin. Priyanka Chopra yek ji wan kesan e ku dahata wê ya ji aktoriya Bollywoodê gelek mezin e û xwediyê bi dehan xelatên cîhanî ye.