image

PeyamaKurd - Çêkerê roket û wesayîta fezayê SpaceXê bi roketa Falcon 9ê va peyka telekomînîkasyonê SES-12 şand fezayê.

Peyka SES-12 ku 5,4 ton giran e û bi roketa Falcon 9ê va ji Baregeha Hêzên Asîmanî Cape Canaveral hat agirkirin, piştî 32 deqîqeyan li rêgeha xwe rûnişt.

Hat destnîşankirin, SES-12 ku ji aliyê Şîrketa Feza û Parastinê Airbusê va hat çêkirin, di qada xwe da peyka herî mezin û bihêz e. Hat diyarkirin ku peyk wê ji bo herêma Asya Pasîfîk û Rojhilata Navîn xizmetê bide.

Herwiha hat ragihandin ku sotemeniya peykê têra 22 salan dike ku li fezayê di rêgeha xwe da bimîne.

SpaceXê di dawiya gulanê da jî bi roketê Falcon 9ê va ji Californiayê 5 peykên ragihandinê û 2 peykên lêkolîna zanistî ya Amerîka-Almanyayê şandibûn fezayê.