image

PeyamaKurd - Daîreya Feza û Hewageriyê ya Amerîkayê (NASA) di nimûneyên ji Kratera Galeyê ya Marsê hildabû da rastî madeyên organîk hat.

Zanyaran ragihand ku wesayîta keşfê Curiosity ya ji sala 2012an vir va li Marsê keşfan dike di nimûneyên ji zinarê li ser zemînê Kratera Galeyê ya emrê wî 3 milyar û nîvek e hildabû da madeyên organîk tespît kir.

Lêkolîner dibêjin ev madeyên organîk ên li Marsê hatin tespîtkirin dibe ku wek nîşaneyên jiyaneke kevn, çavkaniya xwarin û xureka ji bo jiyanê hewce dike û yan jî tiştekî mîna jiyanê be û wisa bên nirxandin.

Ashwin Vasavadayê ku xebatkarê Laboratuvara Jet Îtkiyê ya NASAyê ya li Californiayê ye jî got: "Di her kîjan wextê da jiyînek çêbûbe wê ev yek di mîsyonên pêşerojê da jî ji bo tespîtkirina nîşaneyên jiyanê siûdê zêdetir bike."

- "Li Marsê wekî delîla jiyanê dibe bê qebûlkirin"

Ji hêla din va Curiosity ji bo pîvandina metana di atmosfera Marsê da spektrometreya lazerê ya dikare bê eyarkirin, bi kar anî. Hat ragihandin ku di pîvandina Curiosityê da hat piştrastkirin metana di atmosfera Marsê da li gor demsalê diguhere.

Lêkolîner dibêjin ku ew li hemberî çavkaniyeke biyolojîk nikarin xwe li nezaniyê daynin û radigihînin ku li Marsê demekê mîkroorganîzma hebûne û heta îhtimal heye niha jî hebin. Ji ber vê jî ew dibêjin ku di demên borî da û yan jî niha li Gerstêrka Sor îhtimal e jiyan hebe.