image

Romana nivîsakarê Kurd Heysem Hisên, ku sala 2009an, bi Zimanê Erebî bi sernavê “Qurbaniyên Gunehkariyê”ji aliyê Weşanxaneya el-Tekwîn ve li Şama paytexta Sûriyê derket, destpêka sala 2018an li Amedê, ji aliyê Weşanxaneya J& J ve, bi Zimanê Kurdî jî derket.

Nivîskarê kurd Xalid Cemîl Mihemed, ev roman, bi sernavê Qurbaniyên Gunehkariyê ji Zimanê Erebî wergerandiye Zimanê Kurdî.

Wergera bi xwe “Girewên Gunehkariyê” ye, lê wergêr bi hevahengî ligel romanivîs, li şûna vê yekê Qurbaniyên Gunehkariyê hilbijart, ku ew sernavê wergerê be.

Romana Qurbaniyên Gunehkariyê behsa pirsgirêk û kêşeyên sînorê navbera Serxert (Bakurê Kurdistanê) û Binxetê (Rojavayê Kurdistanê) dike. Behsa rehendên wan ên siyasî, olî, hizrî û civak dike. Hejmarek ji kesayetiyan vê peyama romanê hildigirin û dibine serî. Hinek ji van kesayetiyan xwe neçar dîtin ku vî sînorî qebûl bikin. Hinekan jî ev sînor, bi hemû astegiyê wî, derbas ki, lê gelek kesan jiyana xwe li ser vî sînorî jidest da.

Di encama vê dabeşkirina cografî de, di navbera du parçeyên yek zeviyê de, dabeşûneke civakî hatibû dirustkirin. Li her aliyekî ji wê cografyaya dabeşkirî, li bakur û başûrê sînor, Kurd hatibûne dabeşkirin û vê rewşê berdewam kir. Di nav wan de, têlên rêsayî, zeviyên mînan hebûn, ku di nav wan mînan de gelek kesan xwestin sînor derbas bikin, lê bi sedema teqîna mînan, jiyana xwe jidest da. Di nav wan de, dîrokek ji çîrokên bêdawî heye. Lê bi ser vê tevî de jî, roman nîşanê bi bûyer û hevpeymaniyên mezin dike, ku li ser serê wan hatine kirin. Bi taybetî ew kesên ku hatine piştguhkirin û perwîzkirin. Ew mirovên ku guhdan bi arezû, xewn, hêvî, êş û azarên wan nehate kirin, lê di encamê de, bandora vê rewşê tevî li ser jiyana wan dibû.

Di romana Qurbaniyên Gunehkariyê de, parçeyek ji zemîna berfireh, hatiye piştguhkirin. Ewqase bûyer û tevger li ser rûyê wê zeviyê pêk dihatin û pêk tên.

Pîrejinek bi navê Xatûnê kesayetiya sereke ye, di romanê de. Xatûnê tevî herdu zarokên xwe, ji aliyekî sînor, berê xwe dide aliyekî din. Ji Serxetê diçe Binxetê, ji bo ku wan herdu zarokan ji gelek ziyanan biparêze.

Xatûnê bi dehên salan çîroka xwe ji her kesî vedişêre. Naxwaze dema bûrî bîne bîra xwe. Lê li mirinê, Xatûnê ji neviyê xwe re behsa çîroka koçberbûn û wexerbûna xwe ya ji neçarî dike. Xatûnê deriyê qonaxekê vedike, ew jî dîroka nifşekî ji Kurdên dabeşbûyî ye, li ser du aliyên sînor. Di romanê de ew derî li ser gelek babet û wateyan vekirî dimîne.

Romanivîs Heysem Hisên 1978) li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê  jidayîk bûye. Li bajarê Edinburgh, li Brîtanyayê bicih bûye. Damezrêner û rêveberê malpera “alriwaya.net” e. Endamê Komeleya Nivîskarên Brîtanî ye. Endamê Yaneya Pênûsa Skotlandî ye. Hejmarek ji berhemên wî yên weşandî hene, ji wan jî: Derziya Tirsê, Aram Tuxmê Êş û Azaran, (Giyayekî Ziyandar ji Buhiştê, Roman û Jiyan û Romanivîs li Daholên Cengê dide”…