image

PeyamaKurd - Rojnamevan, çalakvan û parêzera mafê mirovan a Kurd Nurcan Baysal, bû xwedîya yek ji xelata herî bi nirx a mafê mirovan Front Line Defenders (FLD).

Nurcan Baysal, ku bi xwe Kurd e û di rojnameya Ahval de dinivîse, ji alî komîteya xelata FLD ve wek rojnamevan û xebatkarek herî jêhatî hat qebûlkirin û ew layiqî xelata FLD dît.

Baysal, xelata xwe li Dublîn ê bi merasîmekê stend û di rêza rojnamevanên herî jêhatî û çalak de cîh stend.

Xelata FLD bi taybet ji bo wan kes û rojnamevanan tê dan ku di herêmên xeter de rojnamevanîyê dikin, mafê mirovan diparêzin, pêşde dibin û jiyana xwe dixin xeterê.

Z.B