image

PeyamaKurd - 'Robot Sophia' ku ji aliyê şîrketa Hanson Robotics ya Hong Kongê ve hat dîzaynkirin û hemwaltîtiya Erebistana Siûdî wergirt ji bo konsferansa nirxandina zîrektiya çêkirî, çû Misirê.

Sophiaya Robot ku bi jest, mîmîk û bi axaftina xwe ya wek mirovan balê dikşîne ser xwe li Misrê beşdarî bernameya televizyona DMCyê bû, bersiv da pirsên pêşkeşvan Usame Kamil û got ez bi rêwîtiya balafirê ya 13 saetan ji Hong Kongê hatime Misrê. Sophia da zanîn ku ji ber şer û tundiya di navbera mirovan de xemgîn e û bibîr xist ku alternatîfa jiyana mirovan tuneye.

Li ser pirsa pêşkeşvan Kamilin ‘tu wek min çixarê vedixwe gelo? wiha bersiv da: "Ji bo bedewbûna çermê xwe çixarê venaxum. Divê tu jî dev jê berde."