image

Rêberê keşnasî û erdhejîna herêma Kurdistanê ragehand ku, tê pêşbînîkirin ku, pêleke befer û baranbarînê herêma Kurdistanê verdige û bandora wê jî heta roja Înê berdewam dibe.

Rêberê keşnasî û erdhejîna herêma Kurdistanê Fazil Ibrahîm ji BasNewsê re ragehand ku, roja Çarşemê 6.12.2017 pêleke baranbarîn herêma Kurdistanê verge, da zanîn ku, bi sedema wê yekê pileyên germahiyê kêmdibin û bayeke sar jî bi xwe re tîne.

Herwiha Rêberê keşnasî û erdhejîna herêma Kurdistanê Fazil Ibrahîm amaje bi wê yekê kir ku, bandora wê pêla baranbarîna heta roja Înê bê berdewam dike û got jî ku, hatina bayeke sar egera wê yekê dide ku, li hin navçeyan befir jî bibare.

Rêberê keşnasî û erdhejîna herêma Kurdistanê Fazil Ibrahîm aşkere kir dibe ku, bi sedema kêmbûna pileya germahiyê pêşbîniya wê yekê tê kirin ku, berif li sîntera bajarê Silêmaniyê û Dihokê bibare.