image

Bajarê Ormiyê yê Rojhilatê Kurdistanê sala bê dibe Paytexta Pirtûkan li Îranê.

Cîgirê Parêzgarê Ormiyê Elî Riza Radfer ji ajansa “Mihr” ya Îranî re ragihand, di hilbijartinên sala bê de ji bo nasandina Paytexta Pirtûkan bajarê Ormiyê hatiye diyarkirin.

Elî Riza Radfer sedema hilbijartina Ormiyê wek Paytexta Pirtûkan vedigerîne ji sedema vekirina pêşangeha pirtûkan û bernameya heftane ya pirtûkan li wî bajarî.

Got jî, di vê çarçovê de biryar e çend projeyên din yên taybet bi xwandina pirtûkan ji bo ciwan û zarokan li bajarê Ormiyê dest pê bikin.

Cîgirê Parêzgarê Ormiyê amaje bi wê jî kir, parêzgeha Ormiyê bi giştî ji deh parêzgehên Îranê yên yekem e ku xelkê gundan gelek ji xwandina pertûkan dikin .