image

Li Glendale ya Californiyayê mûzeyek ya bo dîroka selfieyê tê avakirin. Mûzeya binavê Museum of Selfies cih dide çanda otoportreyê ya 40 hezar salên dawî de.

Mûzeya Berhemên selfie an jî otoportreyan li Los Anglesê di meha nîsanê de dê bê vekirin.

Mûze ya Selfieyê di heman demî de înteraktîf e û dê beşdarên wê jî bikaribin tê de têra xwe selfie bikişînin. Li gorî nûçeya ceyms.comê mûzeya ku di meha nîsanê de dê bê vekirin xwedî gelek beşên taybet e.