image

Berhema Gunnar Ekelof “Mîrê Emgiónê” bi kurdî hate wergerandin û di nav weşanên Avesta de çap bû.

Gunnar Ekelöf ev berhema xwe di sala 1965an de li Stenbolê nivîsandiye. Lehengê wî Mîrê kurd jî di dema Bîzansiyan de, li Konstantînopolê ji aliyê celadên Bîzansî ve rastî êşkenceyeke mezin tê, çavên wî dirijînin û wî dişînin welatê dengbêjên kor.

Sembol û paşeka dîrokî ya ku Ekelof di vê destanê de bi kar aniye, tarîfa mîrekî kurdê êzıdî ye.

 

Gunnar Ekelof bi sembolên wek hesp, agir, çiyayên nefspiçûk, welatê dengbêjên kor û peywendiya di navbera Xwedênû Şeytên de Dîwana di derbarê Mîrê Emgiónê de tîne û digihîne roja me.