image

Rêzepirtûkên J.R.R. Tolkien yên bi navê “Lord of Rings” li ser perda sipî weka fîlm hatibû çêkirin û bi mîlyonan kes temaşa fîlm kiribûn. Niha jî li serê xebat têkirin ku bibe rêzefîlm.

Cara ewilî di sînemayê de di sala 2001an de fîlmê “Lordê gustîlkan” hatibû ser sahnê. Ji bo bibe rêzefîlm niha kanalên Netflix, HBO û Amazon ketine nava hewldanan.

Her sê şîrket jî bi projeyê re têkildar dibin û dibêjin ku amade ne 250-300 mîlyon dolar bidin studyoyên Warner Bros ku mafê weşandinê di destê wan de ye. Reqemên ku behsa wan tê kirin, tenê ji bo kirîna mafê bikaranîna rêzefîlma “Lord of Rings” e. Di navê de budçe ya leystikvanan û produksiyonê tine ye. Eger proje bê bicîhanîn, tenê ji bo sezonekî wê maliyeta fîlm li dora 100-150 mîlyon dolarî be.

Dê dahatûya rêzefîl, di demên pêşiya me de aşkera bibe.