image

Lîstikvana Hollywoodê Jennifer Lawrence heyran û şopînerên xwe di dema belavkirina xelatên Oscarê ya li Dubliya Los Angelesê de şaş û mat kirin.

Lawrence di wêneyan de derdikeve ku qedeheke şerabê di destê wê de ye û di ser kursiyan re dimeşe û eşkere ye ku serxweş e.

​Berî niha jî bikarhênerên medyaya civakî rexne li Jennifer Lawrenceê girtibûn ji ber ku li gel hewaya sar jî fistanekî gelekî vekirî li xwe kiribû.

​Lîstikvana Hollywoodê jî li ser hesabê xwe yê Facebookê wiha bersiv dabû: "Bi rastî jî ez nizanim ji kû dest pê bikin. Ev mesele ne tenê gewc e lê heqareteke giran e jî".