image

PeyamaKurd - Li Erebistana Siûdiyê fosîla tiliyeke ku wê dîroka koçê ya li ser rûyê erdê ji serî heya binî biguherîne, hat dîtin.

Li El Wustaya herêma ser Erebistana Siûdiyê keşif hat kirin û hûrgiliyên wê jî di koavara "Ecology and Evolution"ê de hatin weşandin.

Pisporan diyar kir ku fosîla tiliyê di çemekî hatiye parastin de dîtin û tê gotin ku ew bi qasî 85 hezar salî ye û dibe ku aîdê mirovê ewil be.

Heke agahiyên der barê vê fosîla tiliyê da bên piştraskirin ev wê bibe nîşaneya hebûna mirovan ku 85 hezar sal berê li Nîvgirava Ereban jiyane.

Ji Zanîngeha Griffithê Paleontolog Julîen Louys diyar kir ku ev keşfa ku emrê wê di navbera 85 û 90 hezar salî de ye nêrîna ji bilî Efrîqa û Rojhilatê Behra Spî jî jiyan hebûye tîne rojevê û wê îdiaya ku dibêje 60 hezar sal berê mirovan koçî van deran kiriye serobin dike.

Erebistana Siûdî piştgiriyê dide vê lêkolînê û hat gotin ku ekîba lêkolînê li El Wustayê hestiyên heywanan ên li serê îşaret hene û amûrên ji keviran hatine çêkirin jî dîtin.