image

PeyamaKurd - Li Hewlêrê Turnûvaya Kişikê ya Navneteweyî ya 10an hat lidarxistin.

Dilzar Heme Salihê Serokê Xanzada Kuluba Kişikê ragihand ku 60 pêşbazên emrê wan cuda yên ji Îran, Sûriye û Iraqê beşdarî Turnuvaya Kişikê ya Navneteweyî ya 10an bûn.

Salih got ji xeynî hakemên Iraqî hakemên ji Îranê jî di turnûvayê da wezîfe kirin.

Salih got hewl didin ku milet kişikê bilîze û lîstikvanên teze derkevin holê û wiha pê da çû: "Armanca me ew e ku kişikbazên herêmê yên serkeftî li hemberî hev bilîzin, tecrûbeya wan derkeve asta bilind."

Huseyn Elî Huseynê ku berê di turnûvaya li Bexdayê da xelat hildabû diyar kir ku ji 10 saliya xwe vir da kişikê dilîze.

Huseyn wiha axivî: "Ev 40 sal e ez kişikê dilîzim. Li Iraqê û welatên Ereban beşdarî turnûvayan bûm û min gelek caran xelat wergirt. Bi lîstina kişikê kêfxweş dibim."

Semîr Enwer Mihemed jî got ku min di zanîngehê da firsend dît û dest bi kişikê kir, kişik kêrî zêhna endazyaran tê, di demeke kin da hînî gelek stratejiyan bûm û nûka ji berê zûtir biryarên xwe didim.

Tunûvaya ku di 9 gavan da tê temamkirin îro li Hewlêrê dest pê kir û ew ê hetanî 22yê nîsanê bidome.