image

Hunermendê navdar ê ereb Corc Wesûf di kurte vîdyoyekê de şanaziyê bi gelê kurd dike û dibêje xwezî ez kurd bam.

Di kurte vîdyoyekê li ser torên civakî yên Facebookê eve çend rojin belav bûye, tê de hejmarek ji ciwanên Kurdistana Sûriyê li Almanya rojbûna  hunermenê ereb ê navdar Corc Wefûf pîroz dikin, herwiha hunermenê ereb ji aliyê xwe ve sipasiya wan dike.

Di heman kurte vîdyoyê de hunermendê ereb Corc Wesûf şanaziyê bi gelê kurd dike û dibêje kurd dostên minin û hêvîdike ku, ew kurd bûya.

Hunermen Corc Wesûf di sala 1961 li Sûriyê ji dayîk bûye û bi Sûltanê stirangotinê di nav ereban de hatiye naskirin, herwiha xwedî çendîn elbûn û vîdyokilîpên sitranan ye.