image

Li welatê Çînê, di lêkolînên bin axê de (arkeolojik), sê hamam hatine dîtin ku li gor 2000 sal berê ku gelek luksin. Tê texmîn kirin ku hemam yên qraliyetê ne.

Li gor rojnameya China Daily yê; li eyaleta Şaanşiyê li bajarê Şianê li herêma Yueyangê, di dema ku arkeolog dixebitîn, di şiklê çar qorziya dirêj de, 3 hemamên antîk ku dîwar û erda wan ji tûxlayan hatiye avakirin, dîtin.

Avahiya hemaman û sîstema wan ya avê neguhuriye û xerab nebûne. Yueyang di dema dewletên ku şer dikirin de (B.Z. 475-221), tê zanîn ku payîtexta dewleta ‘Qin’ bûye.

Pisporê Enstituya Arekolojiyê ya Akademiya Zanista Çînê Liu Rui, li ser mijarê ragihandiye ku texmîna wan ew e ku hemam yên qraliyeta ‘Qin’ ê ne.