image

Hunermenda navdar a Kurd Gulîstan Perwer, hemû êvarên roja Şemiyê li Radyoya Rûdawê dibe mêvana pêşkeşvana navdar Hêvîdar Zana. Herdu jinên ji Bakurê Kurdistanê, di vê bernameyê de guftûgoyeke balkêş dikin. Gulîstan Perwer bêyî sansûr ezmûna jiyana xwe ya taybetî, ya hunerî û siyasî vedibêje.

Gulîstan Perwer yek ji wan hunermendan e, ku salên dirêj ked û renceke giranbuha di jiyana hunerî de daye. Ji ber girîngiya hevpeyvînê, heftenameya Rûdawê jî her hefte, bi awayekî peryodîk, bi şêweyekî nivîskî wê belav bike.

Hunermenda Kurd di beşa sêyemîn a hevpeyvînê de gotibû, ku di sala 1977ê de ji ber tevlîbûna civîn û perwerdeya komekî nehênî ya şoreşgerên demê, ew ji aliyê polîsên Tirkiyê ve tê binçavkirin û ev bûyer jî jiyana wê serûbin diguhere. Gulîstan behsa wê yekê kiribû, ku dayik û bavê wê ew şandine gund, paşî Abdullah Ocalan li pey wê çûye.

Gulîstan di vê beşê de balê dikişe ser peywendiya evîndarî ya di navbera xwe û hunermendê navdar ê Kurd Şivan Perwer, çûna Şivan a Ewropayê û rewşa siyasî ya salên dawiya 1970yan.

Di beşa din de te behsa wê yekê, kir, ku tu li gund bûyî û malbata te xwestiye te bizewicîne. Lê di navbera te û Şivan Perwer de evîndarî hebûye û te jî ji wî re name şandiye. Te di nameya xwe de çi ji Şivan re got?

Şivan ji Kurdistanê derketibû û çûbû Almanyayê. Çûna wî hê nebibû 2 sal. Ew ne nameya min a yekemîn bû ji bo wî. Me berê jî ji hevre name dişandin. Wî jî bi rêya kesên dihatin û diçûn, ji min re agahî dişandin. Hersal havînan karkerên Kurd ên li Almanyayê kar dikirin, vedigeriyane welat û wan ji min re name dianîn. Şivan bi riya wan ji min re diyarî û albûmên xwe dişand.

Êdî we ji hev hez dikir?

Belê, êdî malbata min û ya wî jî hemû derdora me jî pê hesiya bû ku em ji hev hez dikin.

Bi dilê malbata we bû?

Na, ez dibêjim ne bi dilê herdu malbatan jî bû. Me piçekî li ser wan de ferz kir. Di warê çînî de em ji hev cuda bûn. Herçend em xizmên hev jî bûn lê malbata Şivan karker bûn, gundê wan, erd û milkê wan tune bû. Em jî xwedî mal û milk bûn. Lewra bavê Şivan hinekî ditirsiya, ku nekarin bin vî barî rabin. Çimku bi nêrîna wan em xwediyê gund in û di nava hebûnê de mezin bûne. Dibêjim qey bavê Şivan digot; “Gulîstan ji me re nabe bûk.”

Bavê min jî qebûl nedikir û digot; “Çênabe, xizmên me ne lê ne di asta me de ne.” Ji xwe berê jî keç nedabûna hev. Lê piştî ku aliyê siyasetê, Kurdistanê û şoreşgeriyê kete nav hizra min, ji min re mesela çînî, civakî û nijadî qet ne giring bû. Ya giring welatperwerî û xizmeta wî ya ji bo doza Kurdistanê bû. Min digot, ez tî bim, birçî bim, bê derfet û bê mal jî bim ezê ji bo vê dozê bijîm.

Beriya Şivan Perwer here derveyî welat, peywendiya we ya evînî çawa dest pê kir?

Dema Şivan diçû zanîngehê ez biçûk bûm. Dema vegeriya jî temenê min 14 salî bû. Hat ez dîtim û ji min re got: “Ooo dotmam tu bûyî keçikeka ciwan û gihiştî.” Wî xwe nêzîkî min dikir lê destpêkê min jê fedî dikir. Şivan li odeyê bûya ez nediçûme jor. Çîroka Şivan jî pir balkêş e. Li Ruhayê dema amadeyî dixwend, dihat û diçû mala me. Wê demê min guhertineke mezin di kesayeta wî de nedidît. Hingî stran digotin lê stranên bi tirkî digot, yên Neşet Ertaş digot.

Lê piştî ku çû Enqereyê û 2 salan zanîngeh xwend û vegeriya, me dît gelek hatiye guhertin. Tembûr di destê de bû û  li ser Kurdistanê û şoreşê stran digot, behsa welatperweriyê dikir. Şivan bixwe jî di biyografiya xwe de behsa vê pêvajoyê dike, ew li Enqerê komên şoreşgeran dibîne û tevlî wan dibe. Wê demê DDKO, DDKD, Rizgarî û Partiya Sosyalîst a birêz Kemal Bûrkay hebûn. Herwiha grûba PKKê bi navê Şoreşgerên Kurdistanê jî hê nû derketibûn.

Ew yekemîn grûbên PKKê bûn ma ne we ye?

Belê, yekemîn grûbên PKKê yên ku xebata îdeolojîk dikirin. Şivan jî li Enqerê kete nava wan. Ferîd Uzunê serokê Kawa xelkê Sîweregê bû û gelek bandor li ser Şivan kiribû. Ew pismamê Mehmed Uzun (nivîskarê navdar ê Kurd) bû. Stranên, ku Şivan wê demê digotin, hinek jî yên Ferît bûn lê dengê Şivan xweştir bû, lewma wî gotine.

Şivan dema hate cem me behsa şoreşê, sosyalîzmê, marksîzm û lenînîzmê dikir. Wê demê zanîna marksîzm û lenînîzmê weke zanîna ayetên Qur’anê bû ji bo ciwanên çepgir û şoreşger. Ji xwe yên baş nedizanîn weke şoreşger nedihatin dîtin. Şivan dihat stranên Kurdî yên şoreşgerî digot, behsa Marks, Lenîn, Hoşîmîn dikir. Li ser bindestiya Kurdistanê diaxivî û behsa serdestî û bindestiyan, rola nerênî ya şêx û axa û began di dîroka Kurdistanê de dikir. Êdî bav û bapîrê min jî diketine nava meseleyê. Min jî heman hizir dikir, êdî bi baweriya min, yên nehiştine Kurdistan azad bibe, şêx û beg in, eşîr in. Lewma divê ew di nava civakê de nemînin.

Yekemîn car we kengî evîna xwe ji hevre vegot, eşkere kir?

Berî Şivan here Almanyayê hîn li Enqerê bû. Ez hîn biçûk bûm. Rojekê hate mala me, tembûra wî jî di destî de bû û ji min re got; “Were dotmam, em bi hevre strana Herne Pêş bêjin.” Ji bo dayik û bavê min dengê me nebihîsin, min birayê xwe yê biçûk weke nobedar danî pêş derî. Şivan xwest em dengê xwe di teybê de tomar bikin. Wê rojê me bi hevre strana Herne Pêş û çend stranên din ê kurdî û şoreşgerî gotin. Em pir germ dilgerm bûn.

Piştre evîna xwe ji min re mikûr hat û got; “Dotmam, ez dixwazim bi te re bizewicim lê ez ketime vê riyê. Tu dizanî ez diçim konsertan û polîs jî li dû min digerin. Eger ez hatime girtin an jî ez derketime derveyî Kurdistanê, tu dê li benda min bimînî?” Min jî got: “Heta mirinê ez bi te re me. Ez sozê didim te, tu di bin kîjan şert û mercan debî, ezê li hêviya te bimînim.” Min wisa hizir dikir, ku dê were girtin û bavêjin zîndanê, heta 10-15 salan jî bernedin. Lê paşî ji welat derket û çû Almanyayê.

Çi bû sedem, ku Şivan terka Kurdistanê kir?

Wê demê ciwanan li bajarên Kurdistanê di bin navê “Şevên Hevkariyê” de konsert saz dikirin. Navê her konsertek jî bi navê bajar û navçeyekî bû. Weke Şeva Ruhayê, Şeva Sirûcê û herweke din, li Enqereyê jî sazdikirin. Şivan hercar bi navekê derdikete konsertan. Lê êdî polîsan navê wî destnîşan kiribûn, ew eşkere bibû. Eger girtibana dê gelek salan girtî bimaya.

Şivan li Enqerê bi ti grûbekî siyasî yê Kurdî re nebû lê di nava hemû grûban de hevalên wî hebûn. Hevalên wî jê re gotibûn tu derkevî derveyî welat û herî Ewrûpayê ji bot e dê baştir be. Ez dibêjim qey hevalên DDKO bibûn alîkar da ku here Almanyayê, pişte li wir jî nêzîkî KOMKAR û DDKO bû.

Şivan çawa derxistin Ewropayê?

Wê demê hatinçûna di navbera Almanya û Tirkiyê de bêyî vîze bû. Karker diçûn û dihatin. Ez bi xwe jî bi wî awayî ji Kurdistan û Tirkiyê derketim. Çûna Ewropayê pir hêsan bû, tenê pasaport pêwîst dikir. Bi otomobîlê ji deriyê sînor ê Edîrneyê re çûme Bûlgaryayê û welatên Balkan û ji wir re jî çûme Almanyayê. Em tev jî bi otomobîlê çûne Ewropayê. Ez bawer dikim, ku di deriyê sînor de tiştek bertîl dabûne polîs û Şivan derbas kiribûn.

We kengî biryar da, ku hûn bizewicin û tu jî herî li Almanyayê bijî?

Li gund dayika min alîkarî dida min. Ez keça tenê bûm û nazdar bûm. Dayika min jî dît ku ez pir ji şivan hez dikim, xwest bi dilê min bike. Lewma hewlda bavê min razî bike da ez li gel Şivan bizewicim. Min di nameya xwe de ji Şivan re got, ku bi rastî jî rewş êdî pir cidî ye. Ji ber ku bav, bira û mamê min biryar dabûn, ku min bi zorê bidin zewicandin. Ji xwe nedixwestin ez bi Şivan re bizewicim. Ji bo min ji Şivan û doza siyasî dûr bixin ev biryar dabûn.

Wê demê li Kurdistanê keç zêde di nava siyasetê de nebûn, di nava malbata me jî keç û jin di mal de bûn. Min di nameya xwe de ji Şivan re rewş vegot û pirs kirk a nêrîna wî çi ye, em çi bikin. Di dilê xwe de min digot, ku eger bi zorê min bizewicînin ezê dawiyê li jiyana xwe bînim. Ez di vê biryara xwe de pir cidî bûm. Ji xeynê vê çare nebû, ma ezê birevim ku derê? Ji kî re bêjim min bibin cem Şivan.

Lê piştî ku Şivan nameya min digre, ji hevalên xwe re dibêje; “Gulîstan di nava tengaviyê de ye, ez bi xwe jî nikarim vegerim herim cem wê lê divê ew were vê derê. Bi vî awayî hevalên xwe şande welat.

Kî bûn ew hevalên Şivan?

Hevalê xwe yê nêzîk û dilsoz Feqîr Ehmed şande welat. Feqîr Ehmed ji Sirûcê (Pîrsûsê) û ji eşîra Beraziyan e. Bi karkerî çûbû Almanyayê û bi salan li Kolnê bicîh bibû. Hevalekî din ê Şivan ê bi navê Eyo hebû, ew jî ji Wêranşarê bû û li Almanyayê bicîh bibû. Feqîr bi malbata xwe ve li Almanya dima lê malbata Eyo ne li wir bûn. Feqîr Ehmed û Eyo bi otomobîlê hatin û çûne mala bavê Şivan û gotin, ku Şivan gotiye bila karê Gulîstanê bikin û ji min re bişînin. Bavê wî jî dibêje; “Ez Şivan nas nakim. Wî tiştekî gelek xirab kiriye. Ev çi karê kurdiniyê ye dike, çima li dijî dewletê derdikeve? Em qebûl nakin di malbata me de tiştekî wiha rûbide.” Lê wî ev gotin ji ber tirsa ji dewletê digot, ditirsiya ku kurê wî were kuştin.  

Şivan jî dihate naskirin…

Erê, wê demê jî Şivan Perwer 4 kaset derxistibûn êdî bi navû deng bû. Di nava Kurdan de weke hunermendekî şoreşger û serhildêr dihate naskirin.

Beriya salên 1980 jî kasetên wî di malan de bihatana girtin ma sûc bû?

Belê, wê demê jî stranên şivan qedexe bûn. Lê weke qonaxa paşî zextekî pir şidayî tune bû. Lê dîsa eger bihatana û di malan de kaset û pirtûk bigirtina, sûc bû. Ji xwe karê şoreşgerî wê demê wiha bû, bi xwendina pirtûkan, bi guhdarîkirina stranên Şivan Perwer, Mehemed Şêxo û Aram Tîgran bû. Ji xwe ew qedexe bûn û herwiha pirtûkên Marks û Lenîn jî qedexe bûn.

Xulase, dema hevalên Şivan vê mijarê ji bavê wî re dibêjin, ew xwe dide paş. Ji wan re dibêje, ku jixwe bavê Gulîstanê wê nade Şivan. Li ser vê yekê Feqîr Ehmed û Eyo hatine mala me. Jixwe Şivan jî ji wan re dibêje herin dayika wê bibînin û ew dê alîkarî bide we. Hevalên Şivan xwe kirine xwazgînî. Dayika min jî alîkarî dide wan û dixwaze min bidin Şivan lê bavê min qebûl nake û dibêje; “Ne mumkin e ez vê zewacê qebûl bikim û keça xwe bişînim Almanyayê.”

Wê demê peywendiya Eyo li gel grûba bi navê Şoreşgerên Kurdistanê ya PKKê re hebû. Şerê Hîlwan û Sîweregê çêbibû û Hîlwan di destê şoreşgeran de bû. Wê demê birêz Abdullah Ocalan jî li Amedê bû. Eyo û Feqîr Ehmed rewşê ji wî re jî vedibêjin. Ocalan jî gotibû, çi di vî warî de çi dikeve ser milê me em amade ne. Dema bavê min dibêje ez keça xwe nadim, Şoreşgerên Kurdistanê gefan li bavê min dixwin. Di destpêkê de bavê min wan cidî nagre, bidêje ma xwendevan in, gişt zarok in, dikarin çi bikin? Lê ew gefan dixwin û dibêjin, tu nedî em dizanin dê çi bikin.