image

Hunermenda navdar a Kurd Gulistan Perwer, hemû êvarên roja Şemiyê li Radyoya Rûdawê dibe mêhvana pêşkeşvana navdar Hêvîdar Zana. Herdu jinên ji Bakurê Kurdistanê, di vê bernameyê de guftûguyeke balkêş dikin. Gulistan Perwer bêyî sansûr ezmûna jiayan xwe ya taybetî, jiyana xwe ya hunerî û siyasî vedibêje.

Ji ber giringiya hevpeyvînê, heftenameya Rûdawê giring dibîne vê hevpeyvînê her hefte bi awayeke periyodîk, bi şêweyeke nivîskî belav bike.

Gulistan di beşa yekemîn a hevpeyvîna xwe de behsa cihê ji dayikbûna xwe, malbata xwe û çîroka barkirina ji gund dike. Ew dibêje, heta neçûye dibistanê jî nezaniye zimaneke bi navê tirkî heye.

Em dizanin, ku tu li gundekê Siweregê ji dayik bûyî. Navê gundê we çi ye?

Navê gundê me Vanko ye. Berî ser bi Amedê ve bû lê paşî komarê ew xistine ser bajarê Ruhayê. Bavê min xwediyê gund bû. Gundê me hemû xizmên hev in. Heta niha jî ti biyaniyek di gund de nîne.

Tu keça mezin a malê yî?

Nexêr. Nûrî birayê me yê mezin e. beriya min 2 xwîşkêm nin ên din hebûn lê dema ez hatime dine, ew herdu jî miribûn.

Tu kîjan sale ji dayik bûyî?

Ez di sala 1962ê ji dayikbûm. Lê temenê min 2 sal mezin hatiye nivîsandin. Wê demê temenê keçikan 2 sal mezin dinivîsandin da ku zû bizewicînin. Herwiha temenê kuran jî biçûk dinivîsandin da ku deren herin leşkeriyê.

Dayik û bavê te xizmên hev in?

Nexêr, dayika min seyîd e û malbata bavê min jî neviyên Şêx Zirav in. Balbata bavê min dayika min di dawetekê de dîtine û li wir biryar dane ji kurê xwe re bixwazin. Dayika min li bajar bû û bib bûk çû gund. Her car jî behsa jiyana xwe ya 15 salan a gund dikir û weke êşkence binav dikir. Çimkî li gundê me tenê darek jî nebû, elektrîk nebû, tenê genim, ceh û nîsk hebû. Kaniya avê seetekê ji gund dûr bûye û bi ker û hêstiran av ji xwe re kişandine.

Xelkê gund çawa li dayika te dinerîn, ew weke xelkê bajarî didîtin?

Na, ti pirsgirêk di wê warî de nebûn. Ji xwe I bo malbata me cihê serbilindiyê bû, ku ji malbateke mezin bûk anîbûn. Lê jiyana gund ji dayika min re pir zehmet bû. Weke mînak dayika min digot, pirsgirêka min a herî mezin xweşuştin bû. Her car jî dibêje jiyana min bikin fîlm û binivîsin. Ez jî her jê re dibêjim, dayê jiyana hemû kurdan li gundan wiha ye.

Heta çenda salî tu li gund mayî?

Dayika min dixwest demek ji ya din zûtir ji gund bar bikin û herin. Her tim digot min nexwendiya bila zarokên min bixwînin. Temenê min 4 û nîv an jî 5 salî bû em çûne Wêranşarê. Dapîra min nedixwest em mala xwe bar bikin. Ji dayika min re digot, ez qebûl nakim tu kurê min ji min veqetînî û bibî bajêr. Lê dayika min digot ez êdî tehemûl nakim û naxwazin zarokên min ne xwende bin, emê herin bajêr û ji xwe re xaniyekê bikirin. Tê bîra min kamyonek anîn, mala me lê bar kirin û em çûne bajêr.

Jiyana li bajêr ji bo te zehmet bû

Belê, di destpêkê de pir zehmet bû. Çimkî dapîra min em mezin kiribûn. Dayika min li gund ji ber xwedîkirina zarokan nedigihişte xizmeta hemûyan. Lewma em li cem dapîra xwe bûn. Li bajêr jî min her car digot, ev der ne mala min e, min bibin cem dapîrê.

Li bajêr we çi kir?

Bavê min li gel me nehate bajêr. Çimkî dapîra min razî nebû. Dayika min bi acizî ji gund derket. Dayika min xaniyeke mezin kirê girt, li nêzîkî mala bapîrê min bû. Paşî bavê min jî hat, ti çareyekî wî nema teslîm bû (dikene). Dayika min beriye hemû tiştan çû bazar pêwîstiyên male kirî. Ez dibêjim qey zêrên xwe firotibû. Temenên min hate yê xwendinê û dayika min ez birim û navê min li dibistanê tomar kir.

Piraniya zarokên Kurd wê demê tirkî nedizanîn, lewa dema diçin dibistanê travmayê dijîn. Roja yekemîn dema tu çûyî dibistanê hestên te çibûn?

Di serdema min de xiraptir bû. Çimkî ez ji gund hatibûm û min nedixwest li bajar bimînim. Ne ku tirkî bizanim, min qet zimanê tirkî jî nebihîstibû. Li gundê me elektrîk, televîzyon û radyo jî nebû. Tê bîra min, beriya ku bavê min min bibe dibistanê, dayika min destê min girt û ez birim bazarê. Wê demê bazara jinan û yê zilaman ji hev cuda bû, bazara jinan di nav kolanekê de bû. Dayka min ez birim nav dukanekê. Baş li bîra min de maye, navê xwediya dikanê Sakîne bû. Qumaş difirot. Dayika min mantoyeke reş ji min re kirî, li gel pêlavekê reş, ku dibiriqî. Herwiha qirdêleyek jî kirî, çimkî pora min dirêj bû û keziyê min hebû.

Min nedizanî ka mesele çi ye. Bavê min got, emê te bibin “mektebê” wate dibistanê. Min nedizanî ka mekteb çi ye! Ew cilên me kirîbûn li min kirin û bavê min destê min girt, ez birime dibistanê. Ez birim pêş holekê û ji min re got, “keça min here jûr ve”. Min derî vekir û lê meyze kir, tejî zarok bûn, li ser kursiyan rûniştibûn. Zilamekî çavşîn û por zer jî li pêşiya wan sekinîbû. Mamostayên wê demê hemû tirk bûn hemû jî li ber çavê min dişibiyane Atatûrk. Dema min deerî vekir mamoste got, “gel” wate were. Min nezanî “gel” çi ye û lewma min dest bi giryanê kir. Zarok hemû keniyan. Êdî ji wê kêliyê ve travmaya min dest pê kir.

Paşî mamoste got “otur” wate rûne. Min nedizanî ka otur çi ye û zarok li min dikeniyan. Ez mîna lal û gêjan bibûm. Tê bîra min dema zengê lêda, zarok beziyan û ez jî reviyam. Mala me li nêzîk bû û ez gihiştime hewşa malê min qîjînek veda; “Ez naçime mektebê!” Dayika min behsa wê rojê dike û dibêje; “te xwe li erdê dirêjkiribû û hewar dikir digot, ku ez naçime mektebê, min bibine gund. Êdî piştî wê sale ez neşandime mektebê.