image

PeyamaKurd - Fîlma sînemayê Toren ku derhênerê Kurd ê Êzdî Newzad Şêxanî berhem aniye, li Festîvala Fîlman a Hollywoodê xelata fîlma herî baş wergirt.

Derhêner Newzad Şêxanî ku li Almanyayê dijî, ji Rûdawê re ragihand ku fîlma wî li Festîvala Fîlman a Holywoodê di beşa fîlmên biyanî yên dirêj de xelata fîlma herî baş wergirt.

Şêxanî eşkere kir ku ji bilî vê xelatê, fîlma wî xelata herî baş a sînematografiyê jî wergirtiye û biryar e di 26ê Çileya 2019an de bi merasîmekê xelata xwe bistîne.

Fîlma Toren behsa kêmneteweyan dike ku rastî kuştin û jinavbirinê tên, ji wan jî Kurdên Êzdî. Toren bi çar zimanan berhem hatiye, dublaja Erebî hatiye kirin û jêrnivîsa Îngilîzî hatiye amadekirin.