image

PeyamaKurd - Fîlma derhênerê Kurd Mustafa Yeşil a bi navê “Serdema Ajelan” bo Festîvala Fîlmên Navnetewî a Buddhayê hate vexwendin lê ji ber nebûna sponsoran kes ji ekîba fîlmê, beşdarî festîvalê nabe.

Derbarê fîlmê de Derhêner Mustafa Yeşil ji Rûdawê re axifî û diyar kir ji ber nebûna sponsaran ew nikare here Hindîstanê.

Mustaga Yeşîl wiha got: “Me par meha berfenbarê dest bi tomarkirina dîmenên fîlmê kir. Ji ber ku kurtefîlm bû, me di heyama mehekê de tomarkirina dîmenan qedand, lê em zêdeyî 5 mehan mijûlê montajê bûn. Kesên fîlmê de rol girtîn berî wê ti fîlman de cih nergirtibûn. Me kedek cidî da û bi min fîlm li ber keda me ket.”

Derbarê mijara fîlmê de Yeşil wiha axifî: “Di fîlmê de ajel li şûna mirovan cih digirin û me hewl da ku mirov bi ajelan re empatî bikin û bibînin ka çi tîne serê ajelan.”

Yeşîl da zanîn ku wî fîlma xwe bo Festîvala Fîlmên Navnetewî a Buddhayê şandiye û got? “Organîzatorên festîvalê nîşandana fîlmê qebûl kirin. Piştre  jî em vexwendin Hindîstanê, lê ji ber nebûna sponsoran em nikarin herin.”

Derhênerê Kurd herwiha got, eger ew sponser bibînin dê wek ekîp herin Hindîstanê.