image

PeyamaKurd - Fîlma derhênerê Kurd Mustafa Yeşil a bi navê “Serdema Ajalan”, di Festîvala Fîlmên Navnetewî ya Buddhayê de xelata “Konsepta Herî Baş” bidesxista

Derhêner Mustafa Yeşîl ji Rûdawê re got: “Kurtefîlma me ya bi navê Serdema Ajalan di Festîvala Navdewletî ya Budhayê de xelata baştirîn fîlma xwedî konsept wergirt.”

Dîmenên kurtefîlma “Serdeme Ajalan” sala 2017ê meha Berfenbarê hatine tomarkirin. Kesên di fîlmê de rol girtîn berî wê ti fîlman de cih nergirtine.

Di fîlmê de ajal li şûna mirovan digirin. Naveroka filmê ew e ku di navbera mirov û ajalan de empatî were kirin.

Beriya niha Mustafa Yêşîl ji Rûdawê re gotibû ku wî fîlma xwe bo Festîvala Fîlmên Navnetewî ya Buddhayê şandiye û organîzatorên festîvalê nîşandana fîlmê qebûl kirin. Piştre  jî ew vexwendin Hindîstanê, lê ji ber nebûna sponsoran wan nekarîn nikarin herine festîvalê.