image

Yekemî fîlma dirêj a sînemakarê Kurd, Sehîm Omer Xelîfe ya bi navê "Zagros", di 18mîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Arrasê de, 2 xelat bi hev re bidest xist.

18mîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Arrasê di navbera 3 û 12ê Mijdarê de li bajarê Arras ê Fransayê birêve çû.

Fîlma Zagros hêjayê xelata “Derhênerê Herî Baş” a jûriyan û “Fîlma Herî Baş” a temaşevana hat dîtin.

Aktirîsta sereke ya fîlmê Halime Îlter jî beşdarî Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Arrasê bû.

Heman fîlmê beriya niha jî di 44emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Gentê de, ku festîvala herî mezin a welatê Belçîkayê ye, xelata sereke ya "Grand Prix" standibû.

Film behsa şivanekî kurd dike Fîlm çîroka şivanekî kurdê ji Bakûrê Kurdistanê yê bi navê Zagros vedigêre, ku pir hez ji hevjîna xwe Havîn dike.

Ji bo Zagros Kurdistan beheşt e lê hevjîna wî Havîn û keça wî Reyhan diçin Belçîkayê.

Paşî Zagros jî biryar dide li pey wan de here derveyî welat. Li Belçîkayê derbarê hevjîna xwe de gelek tiştan dibihîse û êdî weke berî jê bawer nake.

Lewma dixwaze careke din vegere welêt.

Dîmenên fîlmê piranî li Bakûrê Kurdistanê û herwiha li Yûnanîstan û Belçîkayê hatine girtin.

Di fîlmê de aktor kesên xwedan ezmûn in.

Di fîlma Zagros de Yusuf Çetin, Feyyaz Duman, Suat Usta, Maaike Neuville, Halima Ilter û hunermendê navdar ê kurd Hozan Brader rol digrin.

Zagros berhemekî hevbeş ê Belcîka û Holandayê ye. Prodûserê sereke yê fîlmê Dries Phlypo û Sehîm Omer Xelîfe ne. Herwihga Jean-Claude van Rijckeghem û Sehîm Omer Xelîfe senaryoya wê amade kirine.

Zagros beşdarî festîvalên din jî dibe Dirêjtirîn fîlma derhênerê Kurd Sehîm Omer Xelîfe, dê 14emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Dubeyê de jî bikeve pêşbirkê.

Herwiha dê fîlma Zagros beşdarî 28êmîn Festîvala Filman a Stokholmê, 38emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Vîtronê û 8emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Ramadayê jî bibe.

Fîlma Zagors dê 15ê Mijdarê li sînemayên Belçîkayê de were nimayîşkirin.

Serkeftinên Xelîfe Derhênerê kurd Sehîm Omer Xelîfe, bi 3 kurtefîlmên bi navê “Messiyê Bexdayê”, “Welatê Palewanan” û “Nêçîrvanê Xirab” 98 xelatên sînemayî bidest xist. Du salan ser hev, kurtefîlmên bi navê “Messiyê Bexdayê” û “Nêçîrvanê Xirab” di nava 10 kurtefîlmên cîhanê de, namzetê Xelata Oskarê ya kurtefîlman bû.

Niha jî endamê lîjneya nirxandina fîlman a Oscarê ye.

Derhênerê kurd Sehîm Omer Xelîfe, li ser asta Başûrê Kurdistan, Iraq û Belçîkayê derhênerê herî zêde xelat wergirtî ye.