image

PeyamaKurd - Fîlma bi Zazakî ya bi navê “Hewno Bêreng” a derhênerê Kurd Mehmet Alî Konar di 29emîn Festîvala Fîlman a Enqereyê de 6 xelat bidest xist.

Fîlma “Hewno Bêreng” (Xewna Bêreng), di 29emîn Festîvala Fîlman a Enqereyê de hêjayê xelatên weke fîlma herî baş, senaryoya herî baş, dîmenên herî baş, muzîka herî baş, lîstikvanê alîkar ê herî baş û fîlma siyadê ya herî baş hate dîtin.

Fîlma derhênerê Kurd Mehmet Alî Konar beriya niha jî di 37emîn Festîvala Fîlman a Stenbolê de xelata mansiyonê wergirtibû.

Dîmenên fîlmê li bajarê Amedê di heyama 13 rojan de hatine tomarkirin û ji 78 xulekan pêk tê. Lîstikavanên fîlmê Civan Guney Tunç, Bilal Bulut, Cuma Karaaslan, Midas Muhammed, Sevgi Yusufoğlu û Orhan Alici ne.

Mehmet Alî Konar di filma xwe de behsa salên 1990î û bûyerên kuştinê yên li kolanên Bakurê Kurdistanê dike, bandora wan a li ser derûnê zarokekî Kurd nîşan dide.