image

Şêwekarên Kurdistanê zelîlê destê wê krîza aborî ne ku çar sal e Herêma Kurdistanê pê ve dinalîne. Ji ber wek salên borî nikarin berhemê ked û westiyayîbûna xwe bixwin. Şêwekarek dibêje ku niha di salekê de bihayê 7 hezar dolar tablo nayên firotin, lê berê di salekê de behayê 20 hezar dolar tablo firotine.

Galeriya Zamwa ya Silêmaniyê di sala 1995ê de hatiye damezrandin û piraniya şêwekarên Kurd li wê derê ne. Salane pêşangehan ji şêwekaran re vedike û di heman demê de cihekî naskirî û bi bandor e bo bazara tabloyên hunermendan. Rêveberê Galeriya Zamwa da zanîn ku ji dema deriyê galeriya xwe li ber şêwekaran vekirine, ti wextekî wek van herdu salên borî bêbazarî çênebûye.

Rêveberê Galeriya Zamwa Dilşad Behaedîn, ji wê yekê nîgeran e ku wek caran pere bi xelkê re nînin tabloyan bikirin û got: “Di hundirê van herdu salan de tenê 10 tablo hatine firotin, behayê herî bilind ê tabloyan jî gehiştiye hezar û 500 dolarî, evna jî behayekî kêm e li gor salên borî.”

Salên borî wate berî krîza aborî, Galeriya Zamwa herî kêm 30 tablo ji hunermendên şêwekar re firotine, kiryarên serdana galeriyê kirine û tablo kirîne, xelkên biyanî û mêvan bûne. Dilşad Behaedîn dibêje ku niha biyanî jî serdana wan nakin û herwiha kesên tabloyan jî dikirin bihayê caran nadin tabloyan: “Sedema dûrketina biyaniyan ku nayên tabloyên şêwekarên Kurd nakirin bi wê yekê ve girêdayî ye, berê dema mêvan dihatin Silêmaniyê, berpirs û siyasetmedaran ew dianîn Galeriya Zamwa û teşwîq dikirin daku tabloyan bikirin, lê niha bi ti awayekî wan nayînin û ew jî xwe dûrî me digirin.”

Lê sedem ne tenê ew e ku siyasetmedar û bazirganên Kurd, mêvanan nabin galeriya navbirî, girtina firokexaneyên Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve, hejmara geştyar û mêvanên biyanî bi awayekî kêm kir ku bi ti awayî ligel salên borî nayê berhevkirin.

Niha Galeriya Zamwa dikeve 23emîn sala xwe. Di vê dema dirêj de wek hunermendên şêwekar behs dikin, girantirîn tabloya li galeriyê hatibe firotin, nirxê wê 5 hezar dolar bûye, lê ev nayê wê wateyê ku tabloyên şêwekarên Kurd pereyên zêdetir nekiribin.

Dr. Rêbwar Seîd, şêwekarekî naskirî yê Kurd e û li ser asta cîhanê jî navekî xwiya ye. Li Monumenta Helebceyê 5 hezar portreyên wî hene. Dr. Rêbwar dide zanîn ku herî zêde tablo li Ewropayê firotine û wiha pêde diçe: “Li Herêma Kurdistanê di warê firotina tabloyan de ev çend salên dawî bo şêwekarên Kurd gelekî xirab bûn, di vê demê de li Kurdistanê min tenê 10 tablo firotine, ligel vêna ku bazar nebû nirxê tabloyan jî daketiye, lê li Ewropayê gelekî zêdetir bûye.”

Bi baweriya Dr. Rêbwar, ligel ku krîza aborî bandor li firotina tabloyan kiriye, di heman demê de kirîna tabloyan di nav xelkê Kurdistanê de nebûye kultur: “Beşeke zêde ya xelkê girîngiyê zêdetir bi tabloyên bazirganî didin, li aliyê din jî nan bo xelkê girîngtir e ji tabloyê, bi taybet bo dema niha.”

Di dawiya meha Sibata îsal de, keçeke xwendekar a Zanîngeha Germiyan bi tabloyeke erotîk beşdarî pêşangeheke şêwekarî bû, lê ji ber çend xwendekaran bi hinceta tabloyên wê rût in û ligel rewşa civakî ya Kurdistanê hevnagirin, ew neçar kirin ku tabloyên xwe rake. Piştre çîroka tabloyê yekser belav bû û wek reaksyonekê tabloya Şerîhan Yûnis xistin mezadeyê û bi 3 hezar û 600 dolaran hat firotin.

Rûstem Axale, ew şêwekarê herdem şanaziyê bi wê yekê dike ku bi tabloya “Ker” kariye xaniyekî bikire, galeriya wî wek caran ne qerebalix e û ji bo kirîna tabloyan jî xelk kêm serdana wê dike. Axale wiha dibêje: “Heta niha ji Ewropayê xelk daxwaza tabloyên min dikin.” Li gor Axale, pêdiviyên jiyana xelkê hatine guhertin û tekez dike ku di salên borî de salên wiha hebûn behayê 20 hezar dolar tablo firotine.