image

“Åžûrê Mûsa” navê romana nû ya nivîskar Sabîr ReÅŸîd e û biryare di demekê nêzîk de bigihe bazaran.

Romanivîs Sabîr ReÅŸîd ji Rûdawê re ragihand, roman ji çar beÅŸên sereke pêk tê û di nava her beÅŸekî de de beÅŸên cuda hene.

Sabîr ReÅŸîd amaje bi wê yekê kir, ku temaya sereke ya romanê li ser jiyana Cihûyên Kurdistan û Iraqê ye û bûyerên di romanê de hatine behskirin jî di navbera salên 1947 û 1951ê de li bajarên Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk û navçeyên Koyê û Åžeqlawa derbas dibin.

Lê dema romanê bi flaÅŸbak û vegotin heta roja me ya îro dirêj dibin.

Romana Åžûrê Mûsa 192 rûpel e û biryare di demekê nêzîk de ji aliyê Rêveberiya Ragihandin, Çap û Belavkirinê ya Hewlêrê ve tê çapkirin û belavkirin.

Nivîskar Sabîr ReÅŸîd, di sala 1957ê li navçeya Åžeqlawe ya Hewlêrê ji dayik bûye.

Di sala 1981ê de Koleja Yasa û Ramyarî ya Zanîngeha Bexdayê xilas kiriye.

Di sala 1981ê de dest bi nivîsînê kiriye.

Sabir ReÅŸîd sernivîserê kovara "Mem" û endamê desteya nivîskarên kovara "Dengare" bû ku li Åžeqlawe derdiketin. Herwiha rêveberê nivîskarên kovara "Herêma Kurdistan" û endamê desteya nivîskarên "Nivîskarên Nû" ye.

Romanivîs ReÅŸîd heta niha 15 pirtûkên lêkolîn û rexnekirinê nivîsîne û çend pirtûkên wê yên roman, çîrok û lêkolîna wêjeyî jî ji bo çapê amade ne.