image

Dengbêjê navdar Mahmut Kizil duhî li Amedê di temenê xwe yê 79 salî de çû ser dilovaniya xwe. Kizil hunermendê kurd yê ku cara pêşîn plaka kurdî derxistiye.

Dengbêjê navdar ê kurd Mahmut Kizil duhî li bajarê Amedê di temenê xwe yê 79 salî de koçî dawiyê kir.

Mahmut Kizil di sala 1939an de li Amedê ji dayik bû. Di 1965an de bi awayekî profesyonel dest bi dengbêjiyê kir û di heman salê de cara pêşîn plaka kurdî derxist. Kizil heta sala 1974an bêyî navbera dengbêjiya xwe domand û di nêzikî 10 salan de 53 plak weşand. Kizil ew dengbêjê kurd e ku cara pêşîn plaka bi kurdî wî weşandiye.

Dengbêjê kurd di sala 1974an de dev ji dengbêjiyê berdide lê di sala 1999an de bi albuma xwe ya ‘Ax Ciwaniyê' dest bi dengbêjiyê kir. Kizil bi kilamên xwe yên wekî ‘Cembeliyê Mîrê Hekariyan', ‘Îbo Begê Pasûrî', ‘Salihê Pismam', ‘Wekîlên Me', ‘Em ê bibin Miletwekîlî' û ‘Mûsa Mêrê' tê nasîn.