image

Dengbêj û bernamevan Berdan Mardini bi malbata xwe ve xwedî erdin û niha dixwazin erdê xwe biçînin. Biryara wan ew e ku di erdê xwe ye nêzî Mêrdînê de çandina gulan zêde bikin. Heya niha 200 donum erdê xwe kirine gul. Wê 100 donumê dinê jî tê de gul biçînin.

Piştî çandina gulan divê fabrîqe hebe ku tê de dohnê gula derxin. Ne tenê dohnê gula lê dikarin jê parfum, kolonya, ava gulê û gelek tiştan bidest bixin.

Di hilberîna gulan de bajarê Îspartayê bi nav û denge. Di mijara gulan de pisporin û gulên xwe bi berhemên wan ve difroşin derveyê welat. Berdan Mardini jî dibêje ku gulên xwe ji Îspartayê anîne û weha dewam dke:

“Me ji 300 donumê erdê xwe di 200 donumî de gul çand. Îsal em ê 100 donumê dinê deynin. Hedefa me 1000 donum e. Em dixwazin Mêrdînê bidin naskirin. Hedefa me ku em di sala 2018an de fabrika xwe deynin û berhemên gulên xwe bibînin. Hedefa min ya mezin ew e ku bêhnên gulên memleketê xwe bi dinyayê bidim naskirin û bikim markayeka dinyayê.”