image

PeyamaKurd - Koçerên ku ev 6 meh in li deştê jiyana xwe didomînin bi germbûna hewayê va ji bo heywanên xwe bibin herêmên hênik dest bi hilgêra zozanan kirin.

Li bakurê Kurdistanê koçber ji bo heywanên xwe bibin ciyên germ dest bi dagêrê dikin û ji zozanan derbasî herêmên hewaya wan germ an jî hênik in dibin. Dema hewa germ dibe jî vê carê ji bo derbasî herêmên hênik bibin dest bi hilgêrê dikin û berê xwe didin zozanan.

Koçerên herî kêm 6 mehan li deştê dimînin, ji bo jiyana xwe bidomînin bi hatina havînê ra amadehiyên xwe temam dikin heywanên xwe didin pêşiya xwe pêşiya û dest bi hilgêra ber bi zozanên serhedê.

Koçer di rêwîtiyê da carcaran disekinin pezên xwe didoşin ku bira bi nexweşiyê nekevin û piştî rêwûtiya bi rojan ber xwe dide digihêjin zozanên serhedê.