image

Dêjîn Cemîl weke “yekane aktrîsa ji Kurdên Êzidî” tê nasîn, lê ew bi xwe bawer nake ku ew yekane aktîrsa ji Kurdên Êzidî be û dibêje: “Dibe ku li welatên din aktrîsên din ên êzidî hebin, lê ez bawer im li Başûrê Kurdistanê yekane keça Kurda Êzidî me ku karê şanoyê dike.”

Dêjîn Cemîl ku du hefte berê zewicî diyar dike, ku hevjînê wê jê re soz daye ku di karên wê yên hunerî de alîkariya wê bike û got: “Ez bawer im soza xwe jî dê bîne cih û rêgirî li min neke di wê mijarê de ku ez weke aktîseke sînemayî karê xwe berdewam bikim.”

Rûdawê li gel Dêjîn Cemîl li ser jiyana wê ya huneriyê axivî:

Yekem ezmûna we ya lîstina di fîlmeke sînemayî de çawa bû?

Fîlma Hechecik bû ku sînemakarê ji Rojavayê Kurdistanê Mano Xelîl derhênerê wê bû. Ez dikarim bibêjim ku ez di ezmûna xwe ya yekem de weke aktrîs serkevtî bûm û ji wê çaxê ve min ji xwe re soz da û got ku ezê lîstina di fîlmên sînemayî de bidomînim.

Beriya ku hûn bibin aktrîs hûn pêşkêşkar bûn, çawa hûn hatin qada sînemayê?

Her dem xewna min ew bû ku ez bibim aktrîs, piştre li ser daxwaza derhêner Mano Xelîl hatim nav qada sînemayê û di vê qadê de jî ezê berdewam bim.

Tê gotin ku hûn jina yekane ya Kurda Êzidî ne ku bûye aktrîs, li gor we ev rast e?

Hunermendên qada sînema û şanoyê ev nasnav dan min, lê ez bawer nakim, dibe ku keçikên din ên Êzidî hebin li welatên derve dijîn û aktrîs bin. Lê ez ji vêya bawer im ku li Başûrê Kurdistanê ez aktrîsa Êzidî ya yekane me. Destpêkirina vê yekê ji bo min hêsan nebû, lê ez şanazî pê dikim.

Gelo keçên din ên Kurdên Êzidî heye ku weke we dixwazin bibin aktrîs?

Gelek keçên Êzidî dixwazin di fîlmên sînemayî de bilîzin û bibin aktrîs. Niha gelek asteng li ber keçan tine ye, civaka Kurdî her dem rêz li jinan û şiyana wan digre, loma ez hêvîdar im ku ji bo pêşxistina keçên Kurdên Êzidî kar bikin.

Çend roj berê wêneyên ahenga daweta we belav bûye, nêrîna hevjînê we li ser karê we çi ye?

Hîwa hevjînê min e, ez jê pir hez dikim. Wî ji min re soz daye ku di karên min ên hunerî de alîkariya min bike. Ez bawer im soza xwe jî dê bîne cih û rêgirî li min neke di wê mijarê de ku ez weke aktîseke sînemayî karê xwe berdewam bikim.

Çima hûn di fîlman de her dem rola keseke ku berpirsyariya wê gelek e dilîzin?

Ev hilbijartina derhêner e. Her çi qas ezmûna min weke aktrîs û lîstina min a di fîlmên sînemayî de ezmûneke kurt û taze ye, lê her gav sînema rengdana civakê dibe, weke ku hûn jî dizanin rewşa civaka me di van salên dawî de wisa dixwaze ku fîlm heta radeyekê trajedî bin, rola nav fîlmên trajediyê jî her dem rolek e ku gelek berpirsyariya wêkesayetê heye.

Berê, fîlma we ya yekem ji bilî festîvalên Kurdî, li sînemayên Ewropayê jî hatin nimayîşkirin. Gelo ciyawaziya temaşevanên fîlman ên li Kurdistan û Ewropayê çi ye?

Bêguman ciyawazî gelek e, rêzlêgirtineke mezin heye ji bo sînemakaran û derhêneran. Li wir qîmeta fîlm û sînemayê heye, mixabin li Kurdistanê her çi qas niha hewldaneke cidî û baş heye ji bo karê sînemayê, lê heta niha jî sînema li cem gel nebûye çand. Fîlmên baş hene û mijarên wan jî baş in, li Ewropayês hola sînemayê ji bo Kurdî tijî dibin, li Kurdistanê kes ji bo temaşekirinê naçe.

Gelo ti kar û projeyên we ji bo xelkê Şingalê hene?

Ez bi hemahengiya li gel çendîn rêxistinên navdewletî xebitîme ji bo berhevkirina alîkariyê bo xelkê Şingalê, bi taybetî ji bo zarokan û di xebata xwe de jî serkevtî bûme